Koçberî ji mejiyê xwe avêt, ji bo zarokan cihek amade kir

Ciwan Yûnis ê ji bajarê Amûdê diyar kir ku heke cih û warê xwe terk bikin wê dijmin dagir bike û got: “Ji ber vê yekê min koçberî ji mejiyê xwe avêtiye. Ji bo zarok bikenin min cihê lîstikê ji wan re çêkiriye.”

Dewleta Tirk a dagirker ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cih û warên xwe terk bike êrîşî sivîlan dike. Ji bajarê ku dibe hedefa dewleta Tirk a dagirker yek jê Amûdê ye. Bi sedema şer û pevçûnên Sûriyeyê, bi hezaran keç û xortên bajar ji welatên xwe koçber bûn. Yên ku li bajarên xwe man li hemberî êrîşan li ber xwe didin. 

Ciwanê bi navê Ciwan Yûnis yê ji bajarê Amûdê yek ji ciwanên ku welatê xwe terk nake. Ciwan Yûnis diyar kir ku çi dibe bila bibe wî fikra koçberiyê ji mejiyê xwe avêtiye û got: “Dema ku em ji bajarê xwe derkevin tê wateya ku em dixwazin dijmin derbasî warê me bibe. Ji ber vê yekê jî min xwest ku ez li bajarê xwe xebatekê bimeşînim. Projeya min ji bo ku zarokên me bikenin min cihê lîstikê ji wan re çêkiriye.”

Yûnis anî ziman ku gelek kes projeya wî pêşketî dibînin û wiha domand: “Min ev lîstok bi zehmetî peyda kirin. Min cihê lîstikê bi keda xwe sererast kir û paqij kir. Nêzî 30 hezar dolar lê çû. Zarok tên vir û têra dilê xwe dilîzin. Lîstgehê ji saet 9 sibehê heta 1’ê nîvroyê vedikim, her wiha saet ji 4’an heta 7’an vekirî dimîne.”

Ciwan Yûnis got ku armanca wî ew e ku bajar bi têkoşîna xwe bixemilîne û got: “Hêviya min ji gelê me heye ku li vî bajarî miqatebin, ji ber ku ev bajar berpirsyariyeke di stûyê me de ye, divê ku em xwedî lê derkevin. Divê zarokên me rûyê zarokên me biken be û zarokatiya xwe bijîn. Çûyîn û hatina zarokan, hêviyên me zêdetir dike.”

Dayika bi navê Jîna Beşar jî ev tişt got: “Xelk li ser vê projeyê, di navbera erênî û neyîniyê de mane. Projeyeke bi vî rengî ji bo zarokên me gelekî baş e. Li dewsa zarokên me di nava tozê de bilîzin bila malbatên wan bişînin vir baştir e.”