Koçberên Dêra Zorê li benda alîkariyê ne

Hevserokê Buroya Karûbarên Rêxistinên Mirovî ya Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Tarik El Raşîd banga alikariya bi koçberên Dêra Zorê li rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî kir.

Li gorî  agahiyên Buroya Karûbarên Rêxistinên Mirovî ya Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê;  Hejmara koçberên ji Dêra Zor ên ji herêmên di bin serweriya hêzên rêjîmê de xwe spartine herêmên di bin parastina QSD‘ê de gihîştiye navbera 34-36 hezaran. Li kampa Dêra Zor a gundê Ebû Xeşeb ê 105 km dikeve bakurê rojavayê bajar jî 144 malbat hene.

Li ser rewşa koçberên kampê Hevserokê Buroya Karûbarên Rêxistinên Mirovî ya Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê Tarik El-Raşid ku ji ANHA yê re axivî û wiha got: “Li kampê  nexweşî belav bûne. Nexweşiya laşmaniya. Li gorî agahiyên ji Komîteya Tendurstiyê ya Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê 30 kes bi laşmaniya ketine. Rêxistinên tenduristî jî alîkariyan naşînin.”

Tariq diyar kir ku li kampê av û nan kêm e û firne rawestiye û got ku tevî derfetên wan kêm e jî wan hin kes ji bo belavkirina nan û navê li koçberên şêniyên gundewarên bajar erkdar kirine.

Tariq El-Reşîd bal kişand ku ew ji bo şandina alîkariyan bi rêxistinên mirovî re civiyane û got: “Em bi gelek rêxistinên mirovî re civiyane, wan jî soza şandina alîkariyan dan. Hin rêxistinan alîkarî şandin, wekî ya Konsêrn 15 sarincên avê, 600 pakêtên xwarinê şandine. Rêxistina alîkariyên Mirovî 286 pakêtên ji pêwîstiyên tenduristiyê, Rêxistina Buhar jî 256 pakêt ji pêwîstiyên metbexê û 40 çadir şandine. Ev alîkarî ji destpêka vekirina kampê dema hejmara koçberan kêm bû, hatin şandin, lê piştî hêzên rêjîmê li herêmên başûrê çemê Firatê serwer bû, hejmara koçberan zêde bû.”

Hevserokê Buroya Rêxistinan û Karûbarên Mirovî yê Meclîsa Sivîl a Dêra Zor Parêzer Tariq El-Reşîd bang li rêxistinên mirovî û Neteweyên Yekbûyî kir ku bi hewara koçberên li kampa Dêra Zorê ve werin. Her wiha bang li rêxistinên rakirina mayînan kir ku bila mayînên li dibistanan rakin.