Kobaniyan serdana konê sersaxiyê yê gerîlayê HPG’ê Hemo kirin

Bi sedan şêniyên Kobanê serdana konê sersaxiyê yê gerîlayê HPG’ê Ebdullh Hemo ku di bomberdûmana meha Tebaxê ya dewleta Tirk a li Gerê de şehîd bûbû, kirin.

Bi sedan şêniyên Kobanê, endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl berê xwe da gundê Aşmê yê başûrê Kobanê da ku sersaxiyê bidin malbata şehîd Ebdullah Hemo.

Konê sersaxiyê li pêş mala şehîd Hemo hatibû vedan û bi wêneyên wî hatibû xemilandin.

Di merasîma sersaxiyê de Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Gêlo Elî wiha axivî: “Em bejna xwe li hemberî hemû şehîdên tevgera rizgariyê ditewînin. Gundê Aşmê gelek şehîd dan. Şehîd Canfeda ji bo azadiya gelê xwe berê xwe da çiyayên Kurdistanê û heta kêliya dawî li ber xwe da û gihaşt asta şehadete.”

Gêlo wiha domand: “Zarokên me yên berê xwe didin çiyayên azad, gihaştin wê baweriyê ku rêya rast li wir e, dewleta Tirk çi bike jî dê zarokên me li hemberî wê li ber xwe bidin.”

Gêlo diyar kir ku îxaneta herî mezin ew e ku yên dibêjin em mafên gelê Kurd diparêzin, lê belê li kêleka dijmin disekinin û şerê gelê xwe dikin.

Piştre birayê şehîd Ebdullah Hemo, Elî Hemo axivî û destnîşan kir ku şehîd Canfeda şehîdê tevahî gelê Kurd e û divê ew rêya wî bişopînin.

Hêjayî gotinê ye ku şehîd Ebdullah Hemo (Canfeda) di 13`ê Tebaxa 2021’ê di êrîşeke balafirên şer ên dewleta Tirk a dagiker de ya li Garê şehîd bûbû.