Kobanê heqîqeta jinên Kurd nîşan da
Şehîd Medya Meysa: Şerê Kobanê careke din heqîqeta jinên Kurd derxist holê û eşkere kir.
Şehîd Medya Meysa: Şerê Kobanê careke din heqîqeta jinên Kurd derxist holê û eşkere kir.
Newroz Mistefa (Medya Meysa) a ji Kobanê, yek ji fermandarên YPJ'ê yên berxwedana Kobanê û yek ji kesên ku rizgariya wê dîtiye bû. Di roja rizgarkirina Kobanê de hestên xwe wiha anîbû ziman: “Îro me Kobanê azad kir. Em pir kêfxweş in û em ser bilind in. Me êşên mezin dîtin, lê îro bi coş û moraleke mezin azadiya Kobanê pîroz dikin. Bijî Berxwedana YPG-YPJ’ê. Em silavên xwe ji her kesî re dişînin.”
Medya Meysa di 11’ê Gulana 2015’an de şehîd bû. Di vegotina wan rojên piştî berxwedanê de ev nirxandin kirin: “Li dijî gundê Zormixarê êrîşeke hovane hate kirin. Hejmara dijmin ne hEjmarek ku mirov ji rêzê bihesibîne. Me xwest êrîşê vala derbixin. Helbet êrîşeke berfireh bû. Bi tank û topan êrîş kirin. Bi gelek çekên giran êrîşî hevrêyên min dikirin. Ev êrîş sê rojan dom kir. Her roja ku derbas dibû, me tundiya êrîşê hinekî din kêm dikir û di encamê de êrîş hat vala derxistin. Ji aliyek ve DAÎŞ’ê dixwest xwe bigihîne gundên din, ji aliyê din jî artêşa Tirk bi çekên giran êrîş dikir. Dema ku DAÎŞ'ê ji her alî ve êrîş dikir, dewleta Tirk jî ji herêma ku lê dima êrîş dikir. Şerekî wisa dijwar hebû. Dijmin jî nehişt em bêhnê bidin. Yanî dixwest bê nefes, bê hêz, bê bawerî û bê moral bike. Mûsil di rojekê de hat girtin, lê ev du sal in berxwedana Kobanê didome.
Berxwedana YPJ’ê ya li Kobanê û gundên wê moralek mezin afirand. Ew hestek cûda bû. Di wan êrîşên dijwar û derdorên şer de mirov dibîne ku ciwanek cihê xwe naterikîne, heta dilopa xwîna xwe ya dawî û guleya dawî li dijî tank û çekên giran şer dike. Şoreşa jinê şoreşa Rojhilata Navîn e. Ev yek li Kobanê hat îspatkirin. Şerê Kobanê careke din heqîqeta jinên Kurd derxist holê û eşkere kir. Jina Kurd berxwedan û şerkeriya jinê nîşan da. Jin bûbûn kabûsên çeteyên DAÎŞ’ê, ditirsiyan ji aliyê jinan ve bên kuştin, li hember jinên şerker diketin nava panîkê.”
* Ji dokûmantera Berxwedana Sedsalê hatiye berhevkirin.