KCDK-E'yê yekemîn civîna xwe ya ekolojîk lidar xist

Komîteya Ekolojiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) civîna xwe ya yekemîn lidar xist.

Civîna Komîteya Ekolojiyê ya KCDK-E'yê li Mala Kurdan a li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriya bi navê KCDK-E'yê Berdevka Komîteya Kolojiyê Fatoş Goksûngûr û Akademîsyenê Kurd Necmettîn Turk axivîn.

Qisekeran bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk ên li ser ekolojiya Kurdistanê û girîngiya parastina jiyana ekolojîk vegotin.

Goksûngûr got, "Di vê serdemê de modernîteya kapitalîst bi hemû hêza xwe êrîşî ekolojiyê dike. Pergala kapitalizmê xeteriya herî mezin a li dijî xwezayê ye. Dewleta Tirk a dagirker  li Kurdistanê bi rêbazên pir qirêj û xeter êrîşê dibe ser xwezaya Kurdistanê. Dewleta Tirk a dagirker bi hinceta ewlekariyê li Kurdistanê daristanan dişewitîne û bi çêkirina bendavan dixwaze xwezaya Kurdistanê tune bike."

Goksûngûr bal kişand ser dewlemendiya erdnîgariya Kurdistanê jî û wiha pêde çû: "Armanca dewleta Tirk a dagirker talankirin û  tunekirina dewlemendiyên erdnîgariya Kurdistanê ye. Dewleta Tirk dijminê xwezaya Kurdistanê ye. Şewitandin û tunekirina  daristanan ji xwe re kiriye armanc û bi kiryarên xwe yên li dijî daristanan nîşan dide ku hemû berhemên Kurdistanî tune dikin. Dewleta Tirk a dagirker ne tenê êrîşê dibe ser nirxên gelê Kurd, her wiha êrîşê tevahiya nirxên gelên Mezopotamyayê dike . Mixabin ku me weke rêxistin û gel heya îro di mijara ekoloji û civaka demokratîk de berpirsiyariyên xwe bi temamî  bi cih neaniye. Parastina xwezaya Kurdistanê, parastina  pêşeroja gelê me ye.  Zanista Ekolojik û Civaka Demokratîk yekane rêya çareseriya pirsgirekên Ekolojik û civakî ne. Ekolojî çi qas tahrîp bibe, mirov jî ew qas ji xwezayê qut dibe. Valakirin û talankirina gundan û koçkirina bajaran, dûrketina ji xwezayê bi xwe re tîne. Parastina xwezaya Kurdistanê girîngtirîn erka welatparêzan e. Parastina ziman, çand, û nasnameya neteweyî jî di nava vê cewherê de ye. Her wiha Jinelojî û pirsgireka jinan jî di nava vê yekê de ye."

Akademîsyênê Kurd Necmettîn Turk jî diyar kir ku parastina xwezayê erkekî welatparêziyê ye û got: "Çima gelê Kurd ew qas girîngiyê dide ekolojîyê? Çima ji sê sitûnên paradigma Rêber Apo yek jê Ekolojî ye? Ev yek li ser heqîqetekê hatiye avakirin. Ev heqîqet jî  ew e ku hêzên dagirker dewlemendiyên Kurdistanê yên sererd û binerd tune dikin.  Komkujî  û qirkirina li Kurdistanê girêdayî qirkirina xwezayê ye. Qirkirina xwezayê jî rêbazeke jenosîdê ye. Civaka Ewropayê li ser sanayî, endûstrî û bajarvaniyê hatiye avakirin û her wiha çand, hebûn û nirxên Kurdan jî li ser axê hatiye avakirin û bi axê ve girêdayî ye. Dema ku em li dîroka Kurdan dinêrin û li bîr û baweriyên Zerdeşt, Êzidî û Elewiyan dinêrin, em dibînin ku li cem van baweriyan hemûyam ax pîroz e. Çem, kanî û daristan bi kurtasî xweza pîroz e. Dema ku aboriya gelekê yan jî herêmekê hate tunekirin, ew gel yan jî kesên li wê herêmê  neçar dimînin ku ber bi bajaran ve koç bikin. Li Kurdistanê jî dagirkeran ev yek pêk anî û em neçar man ku koç bikin. Niha bi milyonan Kurd li Ewpopayê dijîn. Bi milyonan Kurd koçî metropolen Tirkîyeyê bûne û tên bişaftin. Ji ber vê yekê ye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di paradigmaya xwe de zêde girîngî daye xwezayê. Em civakê weke ekolojiya duyemîn pênase dikin. Ekolojiya civakê girêdayî nirx û pivanên xwe ye. Exlaq û ziman bi giştî bi xwezayê re, bi axê re têkildar in."

Piştî axaftina Turk civîn bi awayê pirs û bersivê dewam kir û bi dawî bû.