Karwanê nû gihîşt Bendava Tişrînê
Karwana ku ji bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê û Til Birakê yên kantona Cizîrê bi rê ketin, gihîşt Bendava Tişrînê.
Karwana ku ji bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê û Til Birakê yên kantona Cizîrê bi rê ketin, gihîşt Bendava Tişrînê.
Vê sibehê karwana ji sedan xelkê bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê û Til Birakê berê xwe da Bendava Tişrînê ku tevlî çalakiya parastina bendavê bibin û dijberiya xwe ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker re nîşan bidin, gihîşt Bendavê.
Karwan gihîşt bendavê û bi coşeke mezin ji hêla xelkê Kobanê ya ku berê li wir bûn ve hat pêşwazîkirin. Karwana şêniyan bi silavkirina berxwedanê û tilîliyên dayikan hat pêşwazîkirin.
Ji 8ˋê Çileyê ve, gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê, bi taybet li dijî Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê û piştgiriya hêzên QSDˋê û YPJˋê li dijî êrîşan, çalakiyên xwe li ser bendavê didomînin.