Kantona Cizîrê li ser piyane: Ji Ocalan re azadî
Welatiyên Kantona Cizîrê yên bajarên Qamişlo, Girkê Legê, Dirbêsiyê û Tirbespiyê bi yek dengî “Ji Ocalan re azadî” qîr kirin.
Welatiyên Kantona Cizîrê yên bajarên Qamişlo, Girkê Legê, Dirbêsiyê û Tirbespiyê bi yek dengî “Ji Ocalan re azadî” qîr kirin.
TIRBESPİYÊ
Bi hezaran welatiyên bajarê Tirbespiyê beşdarî meşa azadiyê bûn, wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin, alên YPG/YPJ/TEV-DEM′ê hildan û ji Akademiyaa Şehîd Yekta Herekol dest bi meşê kirin.
Meşvanan bi dirûşman azadiya Ocalan xwestin, her wiha tecrîd û siyasetên dewletna ên li dijî gelên azadîxwaz jî, şermezar kirin.
Meşvan li sûka navendî rawestiyan û deqeyek rêz girtin. Piştre li ser navê Meclîsa herêma Tirbespiyê Hediye Şemo û li ser navê Kongreya Star Xaliya Eyûb axivîn û diyar kirin ku wê gelê Rojava û Bakurê Sûriyeyê çalakiyên xwe bidomîne heta Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Her wiha tecrîda ku li ser Ocalan hatiye ferzkirin şermezar kirin.
Axaftvanan soza domandina têkoşîna li ser bingehê felsefeya Rêbertiyê, dan.
Meş bi tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên daxwaza azadiya Ocalan û silavkirina berxwedana YPG/YPJ/QSD′ê, bi dawî bû.
GIRKÊ LEGÊ
Bi sedan welatiyên bajarê Girkê Legê, Endamên saziyên sivîl, Meclîs û Komînan ji bo azadiya Ocalan, meş lidar xistin. Meşvanan wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin, ji qada Şehîd Xebat ber bi kolana giştî ve dest bi meşê kirin.
Meşvanan bi dirûşmeyan daxwaza azadiya Ocalan kirin û tecrîda ku li ser hatiye ferzkirin, şermezar kirin.
Meşvan li kolana giştî rawestiyan û deqeyek rêz girtin. Pişte Hevseroka Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Şêrîn Adem axivî, di kesayeta Heqî Qerar û Mizgîn Gulan de, hemû cangoriyên azadiyê bibîr anî got: ″Gelê me hêza xwe ji berxwedana Ocalan digire. Tevî ku Rêbertî di zindanê de ye, lê bi felsefeya xwe milyonan gel azad kirin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û Rêberê xwe azad bikin.″
Piştre Kongreya Star di derbarê têkoşîna ji bo azadiya Ocalan de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi destpêkirina Tevgera Azadiya Kurdistanê re, li Rojhilata Navîn gelek guhertinên berbiçav çêbûn. Her wiha hat diyarkirin ku bi saya felsefeya Rêbertiyê, jin azad bû û li hember sîstemên desthilatdar serî hilda.
DIRBÊSIYÊ
Di heman çarçoveyê de, bi sedan welatiyên bajarê Dirbêsiyê û bajaroka Zirganê ji navenda YCR′ê ya bajarê Dirbêsiyê ber bi rçya Qamişlo ve dest bi meşê kirin.
Meşvanan wêneyên Ocalan rakirin û pankartên ″Azadiya Ocalan, misogeriya aştiya Rojhilata Navîne û azadiya Ocalan azadiya me ye″ vekirin.
Meşvan li ser rçya Qamişlo ya dikeve bakurê Dirbêsiyê rawestiyan. Piştre Hevseroka Desteya Şûnwar û mûzeyan a Kantona Cizîrê Bêrîvan Yûnis û Hevseroka Meclîsa Gel Edalet Umer axivîn û diyar kirin ku li herêmê serkeftinên siyasî û leşkerî bi saya felsefeya Rêbertiyê, hatin bidestxistin.
QAMİŞLO
Her wiha bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo bi hemû pêkhateyên xwe yên Ereb, Kurd û Suryan li Çerçerêya Sewami kom bûn û beşdarî meşa azadiya Ocalan bûn.
Meşvanan wêneyên Ocalan û alên YPG/YPJQSD′ê rakirin û pankartên ″Azadiya Ocalan azadiya me ye″ vekirin.
Meşvanan bi yek dengî ″Bê Serok jiyan nabe″ qîr kirin û ber bi gGristana Şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê.
Li goristanê li ser navê Rêveberiya Xweser Remziye Mihemed axivî, tecrîda ku ser Ocalan hatiye ferzkirin, şermezar kir û bang li tevahî gelên Bakurê Sûriyeyê kir ku ji bo azadiya Ocalan, asta têkoşînê bilind bikin.
Her wiha Endama Kongreya Star Hemîde Ferhan jî anî ziman ku ruhê Ocalan di nava hemû gelên herêmê de dijî û soza domandina têkoşîna ji bo azadiya Ocalan da.
Meş bi silavkirina berxwdana Ocalan, bi dawî bû.