Kampanyaya ‘Bila qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were girtin’ dest pê dike

33 partî û hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê da diyarkirin dê 23’yê Tîrmehê ji bo girtina qada hewayî ya herêmê dest kampanyayeke hashtagê bikin.

​​​Têkildarî mijarê 33 partî û hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya 33 partî û hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate gotin ku ji bo qedexekirina qada hewayî li ber balafirên artêşa Tirk a dagirker, dê 23’yê Tîrmehê li gorî saeta Brukselê di 19.00’an de û li gorî saeta Amedê di 20.00’an de kampanyayaeke hashtagê bidin destpêkirinin.

Di berfirehiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ji sala 2011’an ve welatê me di nava qeyraneke kûr de ye. Di encama berdêlên giran de me Şoreşa Demokratîk a Rojava pêk anî û me bi hemû pêkhateyên xwe yên wekî Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Çeçan re rêveberiya xwe ya xweser ava kir. Me li hemberî DAIŞ’ê şer kir û şoreşa xwe li ser pêyan hişt. Ruxmî ku em li ser erdê wekî hevalbendê herî girîng ê Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê ne, li hemberî êrişên bênavber ên dewleta Tirk ku bi xwe jî di nava vê koalîsyonê de ye, li ber xwe didin. Niha jî dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê, dixwazin heremên me yên din ên azad jî wekî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir bikin.

Em sala 99’emîn a Peymana Lozanê ya hêzên dagirker û qirker ku ji bo meşrûkirina dagirkirina Kurdistanê, bi salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tirmehê ku li hemberî Lozanên nû çêbûye, pêşwazî dikin û em 33 partiyên siyasî yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatê dimeşînin, xwedî li şoreşa xwe derdikevin.

Me hemleyek bi navê ‘Qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji firîna balafirên şer û amûrên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk re bê qedexekirin’ da destpêkirin.

Hemleya ku heya niha me li kolanan û di qada dîplomatîk bi rê ve biriye, em ê bi kampanyaya hashtagê ku di 23’yê Tirmehê 2022’yan de li gorî saeta Brukselê 19.00’an, li gorî saeta Amedê 20.00’an, di medyaya dijîtal de jî bidin meşandin. Şoreşa xwe ya ku hêviya dawî ya mirovahiyê ye bi hev re biparêzin. Em dizanin ku em ne bi tenê ne. Lewma serkeftin a azadîxwazan e!”