Jineolojî li Herêma Cizîrê li dibistanan e

Komîteya Perwerdehiyê ya Civaka Demokratîk zanista jineolojiyê bire dibistanên Herêma Cizîrê.

Li gorî nûçeya ANHA'yê Koordînasyona Herêma Cizîrê ya Komîteya Perwerdehiyê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) zanista jineolojiyê ji akademiyên Bakurê Sûriyê bire hemû dibistanan.

Perwerdehiya jineolojiyê 2016'an cara pêşî li Efrînê û piştre jî li Kobanê hate dayin. Li herêma Cizîrê jî ji ber sedema zêdebûna dibistan û xwendekaran û ji ber sedema kêmbûna mamosteyan perwerdehiya Jineolojiyê bi derengî hate dayin.

GELEK MAMOSTE HATIN PEYWIRDARKIRIN

KPC-D Jinê, ji bo ku li dibistanên Herêma Cizîrê perwerdehiya jineolojiyê bidin gelek mamoste peywirdar kirin.

Gelek mamosteyên Kurdî û Erebî 2018'an perwerdehiya jineolojiyê dîtin û ji bo gava pêşî jî di pola yekem de dersan dest pê kir. Komîteya bi desteka Akademiya Jineolohiyê bi zimanê Suryanî jî xwe ji bo çapkirina pirtûkên jineolojiyê û materyalên perwerdehiyê hazir dike.

'EM NIFŞEKE XWEDÎ EXLAQ Û AZAD DIDIN BER XWE'

Endama KPC-D Jinê Nûpel Izeddîn Ehmed got beriya ku ew zanista jineolojiyê li dibistanan bidin wan ji gel re vegotiye û piştre ev biryar standine. Ehmed got ew armanc dikin ku li ser esasê jiyana hevpar nifşekî xwedî sinc û azad ava bikin û got, ''Civaka azad bi mêrê desthilatxwaz û jina kole ava nabe. Jineolojî vê problemê ji holê radike û tevlîheviya nav civakî çareser dike''.

WÊ PERWERDEHIYA BI SURYANÎ JÎ HEBE

Endama Jineolojiyê Şîlan Mihemed jî got, ''Li ser jineolojiyê niha bi Erebî û Kurdî perwerdehî tê dayin. Ji bo ku bi zimanê Suryanî jî perwerde dest pê bike xebatên me didomin''.

Lava Berko got bi hînbûna dîroka jinê re hijmara xwendekaran zêde bû.

XWEDENKAR: EM DÎROKA RAST A JINÊ HÎN BÛN

Xwendekara bi navê Ayenda Hîso got ji bo ku ew pir dixwaze dîroka jinê hîn bibe perwerdehiya jineolojiyê dibîne û xwest ku ev zanist bigihije beşekî berfireh ê civakê. Loranda Xelîl jî got ew bi jineolojiyê hînî dîroka rast a jinê bûne.

Mamoste Muhdiye Mihemed jî got piştî ku rastiya jineolojiyê hatiye dîtin û piştî ku ev hişmendî hatiye şikandin mêran jî bala xwe daye ser vê zanistê. Xwendekar Şiyar Hiso jî got divê hemû beşên civakê perwerdehiya jineolojiyê bibînin.

XALA PÊŞÎ YA PERWERDEHIYÊ

Komîteya Perwerdehiyê ya Civaka Demokratîk a Jinê, bi konferansa sala 2015'an ji bo zanista jineolojiyê materyal hazir kirin û li dibistanan weke xala pêşî ya perwredehiyê qebûl kir.