Jinên sosyalîst wê ji bo Efrînê bibin mertalên zindî

Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) û Jinên Azad ên Sosyalîst (JAS) ragihand ku li dijî dagirkirina Efrînê wê komeke mertalên zindî bişînin.

Di daxuyaniya hevpar a SYPG û JAS de hate gotin, "Berxwedana me ya mezin a Efrînê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger di roja 51'ê de ye. Weke SYPG û JAS, li dijî van êrîşên dagirkeriyê em ê bi hêza ji herêma Cizîrê û kantonên Firatê bi rê bikevin, komeke nû ya mertalên zindî bişînin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku faşîzm wê têk biçe û hate gotin, "Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk divê gelên me yên bindest ên li çar aliyên cîhanê, hêzên şoreşger û pêşverû bi milyonan dakevin qadan û berxwedana me ya Efrînê xurt bikin. Mêtingerî, faşîzm wê têk biçin, berxwedana me ya Efrînê wê bi ser bikeve. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber şehîdên xwe ditewînin û serketinê ji hemû berxwedêrên xwe re dixwazin."