BI DÎMEN

Jinên koçberbûyî yên Efrînî qala zor û zehmetiyên koçberiyê kirin

Jinên Efrînî qala zor û zehmetiya li ser rêya koçberiyê kirin ku ji piştî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê neçar man careke din koç bikin. Jinan her wiha bal kişandin ser girîngiya hêviyê.

Zor û zehmetiyên jiyanê û travmayên giran ên bi serê jinên Efrînî hatin, rûyê bêrehm ê şer vcareke din raxist pêş çavan. Jinên Efrînî ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ji sala 2018’an û vir ve neçar mane koç bikin, qala zor û zehmetiyên piştî dagirkeriyê kirin.

Bêrîvan ku dayika 4 zarokan e, jineke Êzidî ye ku li Efrînê ji dayik bû û lê mezin bû. Bêrîvan piştî dagirkirina Efrînê li kampên li Şehbayê bi cih bû û got, “Rêwîtiyeke ji zor û zehmetiyan û hewldana xwegihandina herêmên ewle ya çar rojan, bandoreke giran li jiyana me kir. Li gel malbata xwe em neçar man ku rûyê bêrehm ê şer bibînin. Di bin zilma dewleta Tirk û çeteyên wê de bandora travmayên zor û zehmetiyan hîn jî li ser me heye. Di nava şert û mercên giran ên hewayê û tirs û fikara ji ber rewşa nediyar, nizanim bê min çawa zarokên xwe rizgar kir.

‘ÊRÎŞ LI DIJÎ JINAN DIHATE KIRIN’

Di vê rêwîtiya ji êşên giran de malbateke din jî li gel me bû. Me rewşa zarokek nexweş, hilweşîna dayikeke ji neçariyê û têkoşîna wê dît. Dengê çekan, fîşekên dihatin reşandin û cenazeyên ku me di rê de dît, wê timî weke birînekê bimînin. Di dema rêwîtiyê de hin ji extiyarên me krîza dil derbas kirin, ji ber şert û mercên giran hinek zarok nexweş ketin. Bi qasî ku min dît, çeteyan bi taybetî êrîşî jinan dikirin. Hewl didan me bitirsînin. Li gel van hemûyan windahiya me jî gelekî giran bû. Bi hêviya ku ev bûyer wê rojekê bi dawî bibin, mafê me ye ku em rojên hîn baş bijîn.”

‘ÊŞA EFRÎNÊ HÎN BI DAWÎ NEBÛ BÛ’

Fatma Mihemed ku dayika 5 zarokan e, piştî dagirkirina Efrînê li Kampa Serdemê dima. Ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê cara duyemîn neçar ma koç bike. Fatma Mihemed got, “Ji sala 2018’an û vir ve me travmayên giran dît. Darên me yên zeytûnê ku me bi destê xwe çandin, bi carekê ketin destê dewleta Tirk û çeteyên wê. Li pey rewşeke nû em li Şehbayê bi cih bûn, li wir jî em aram nebûn. Destpêkê em li kampan bi cih bûn û me sîstemeke nû ya jiyanê ava kir, lê belê bi demê re ev yek jî ji me standin. Hîn êşa Efrînê bi dawî nebû bû, em careke din neçar man ku koç bikin. Dixwazim bipirsim: Ev zilm wê heta kengî dewam bike? Heta kengî em ê koç bikin?

‘EM Ê JI BO ROJÊN XWEŞ TÊBIKOŞIN’

Dema ku êrîş dihatin kirin em li qadê belav bûn û me xwe li ber koka çend darên zeytûnê veşartin. Lê me zanîbûn ku ew kok wê nikaribin me ji topan û fîşekan biparêzin. Hin ji zarokên me yên biçûk li ber çavên me hatin qetilkirin û vê yekê bandoreke giran li zarokan kir. Bi şev zarokên min gelek caran ji tirsa dikirin qîrîn û hişyar dibûn. Weke dayika pênc zarokan heta min ev zarok mezin kir, êşa min kişand tenê ez zanim. Neviyek me ku nû ji dayik bû, jiyana xwe ji dest da, vê yekê êşa me hîn giran kir. Di nava van şert û mercan de hevjînê min ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarî bimeşe ku ev yek bû barekî hîn giran. Bi alîkariya du kesan em bi zorê dikarin rakin. Ev êşên ku bi hêviya jiyaneke ewle bi serê me ve tê, di ruhê min de dibe birîneke giran. Her rojeke me nediyar e ku em têkoşîna ji bo jiyanê dimeşînin. Lê belê bêyî windakirina hêviyên xwe, ji bo rojên hîn xweş em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”