BI DÎMEN

Jinên Kantona Firatê: Em ê bi hêza xwe dagirkeriyê têk bibin

Jinên Kantona Firatê anîn ziman ku ew ê li dijî hemû êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmê li ber xwe bidin û gotin: “Em ê li dora hêzên xwe yên parastinê bibin xelek û hemû êrîşên dagirkeriyê têk bibin.”

Êrîşên dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Jinên Kantona Firatê der barê êrîşan de axivîn û gotin: “Em ê li dora hêzên xwe yên parastinê bibin xelek û hemû êrîşên dagirkeriyê têk bibin.”

‘EM Ê HEMÛ ÊRÎŞAN TÊK BIBIN’

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Bedîa Miho anî ziman ku li ser herêmê plan û şerekî qirêj li ser herêmê tê meşandin û got: “Dagirker bi van êrîşan dixwazin modela Netewa Demokratîk ji holê rake. Lê belê em ê heta dawiyê li hemberî van êrîşan li ber xwe bidin û em ê bi hemû pêkhateyên xwe re êrîşên dagirkeriyê têk bibin.”

Bedîa Miho da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî berxwedana şervanên Kurd têk çûye û wiha pê de çû: “Em xwedî wê rêxistin û birdoziyê ne ku wê hemû êrîşên li ser herêmên me têk biçin. Em bang li hemû gelên xwe dikin ku li hemberî êrîşan rabin li ser piyan û berxwedanê li her alî geş bikin.” 

‘EM Ê BI HÊZA XWE DAGIRKERAN TÊK BIBIN’

Dayika bi navê Wahîde Seyid Ehmed jî axivî û şervanên li eniya şer li hemberî dagirkeriyê li ber xwe didin silav kir û got: “Heta dawiyê em li pişt şervanên xwe ne. Em bi saya şervanên xwe hene. Çeteyên hov ên dewleta Tirk li hemberî berxwedana şervanên me têk çûne. Êrîşên li ser herêmên me ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên kirin û armanca wan qikirina Kurdan e. Lê bila dagirker baş bizanin, heta yek ji me hebe em ê li ber xwe bidin û faşîzmê têk bibin.”

Dayika Wehîde Seyid Ehmed banga geşkirina berxwedanê kir û got: “Di serî de jinên ciwan, xortên ciwan û hemû gelê me li hemberî êrîşan rabin li ser piyan û li dora şervanan bibin xelek. Em tu carê dev ji hêz, şervan û berxwedana xwe bernadin. Em ê bi berxwedana xwe navê xwe di pelên dîrokê de binvîsin.” 

Endama Mekteba Rêxistinî ya PYD’ê Narîn Farûq Bozî jî axivî û wiha got: “Em ê timî li hemberî êrîşan axa xwe û xwe biparêzin. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi van êrîşa me ji holê rake. Em ê ji 7 salî heta 70’î salî rabin li ser piyan û bi Şerê Gel ê Şoreşgerî tevbigerin û bi berxwedana xwe hemû êrîşan pûç bikin.”