Jinên Eyn Îsayê: Li dijî dewleta Tirk bêdeng nemînin!

Jinên ku tevlî çalakiya nobedê ya li Eyn Îsayê bûyîn bang li civaka navneteweyî û Rûsyayê kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk dengê xwe derbixin.

Şandeyên jinan ên tevlî çalakiya kon a li navçeya Eyn Îsayê bûne, bang li civaka navneteweyî û Rûsyayê kir ku li hemberî êrîş û dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker a li navçeya Eyn Îsayê, bê deng nemînin.

Çalakiya konvedanê ya li navçeya Eyn Îsayê ku Kongreya Star a Kantona Girê Spî ji bo şermezarkirina êrîşên li ser navçeyê û teqezkirina berxwedanê bi rêxistin kiribû, dom dike.

Îro 2 şandeyên jinan ên ji kantona Kobanê û gundewarên Reqayê beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de berdevka Kongreya Star a Kantona Kobanê Rozerîn Mihemed axivî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlên navçeya Eyn Îsayê, şermezar kirin.

Rozerîn bang li civaka navneteweyî û hêza garantor Rûsyayê kir ku li hemberî êrîşên li ser navçeyê bêdeng nemînin û van dagirkeriyan bi dawî bikin.

Duh şandeyeke jinan ji Reqayê tevlî konê çalakiyê bibû. Tê payîn çalakî 3 rojan dom bike.