Jinên Efrînî pêngava azadiyê silav kir

Saziyên jinan ên li Efrîn û Şehbayê, pêngava ‘Azadî ji bo Ocalan, çareserî ji bo pirsgirêka Kurd’ silav kir.

Pêngava Platforma Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan, Çareserî Ji Bo Pirsgirêka Kurd 10’ê Cotmehê li seranserê cîhanê li 74 cihan dest pê kir, berdewam e.

Li ser navê Kongra Star, rêxistinên jinan ên li Efrîn û Şehbayê, silav li pêngava ‘Azadî ji bo Rêber Apo, çareserî ji bo pirsgirêka Kurd’ hat kirin.

Daxuyanî li Parka Rêber Apo ya li gundê Til Sosin ê Ehdasê ku navçeya Şehbayê ye, hat dayîn. Endama Meclisa Efrîn û Şehbayê Rêgez Lolo û Endama Kongra Starê Emel Ismaîl daxuyanî bi Erebî û Kurdî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘’Em piştgirên tevgera gel in ku ji bo azadiya Rêber Apo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiriye. Bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan wê pirsgirêka Kurd wê bi awayekê aştiyane çareser bibe û çareserî ji bo gelên Rojhilata Navîn çê bibe.’’