BI DÎMEN

Jinên Efrînî: Em ê heta dawiyê li ser xeta Rêber Apo bin

Jinên Efrînî komploya navneteweyî a li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku wê heta dawiyê û heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser xeta wî bin.

Jinên Efrînî yên li Şehbayê tevlî meşa girseyî ya li dijî komploya navneteweyî bû, têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivîn.

Encama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rebîe Weqas diyar kir ku ji 7 heta 70 salî ew daketin qadan, li ber dewletên dagirker re rabûn û got, "Em dixwazin dengê Rêberê xwe bibihîzin. Dixwazin êdî Rêberê xwe di nava xwe de bibînin. Gelê ku bi hezar salan di bin zor û zilmê de ye, bi Rêber Ocalan re rabû ser piyan. Kes nikare me tune bike, kes nikare roja me tarî bike. Dewletên dagirker bixwazin an nexwazin, wê fikir û felsefeya Rêber Apo, hezkirina ji wî, projeya neteweya demokratîk di nava gelan de belav bibe. Di dawiyê de wê projeya neteweya demokratîk bi ser bikeve û em ê Rêberê xwe di nava xwe de bibînin."

Endama PYD'ê Wehîde Xelîl jî komploya 15'ê Sibatê şermezar kir û got, "Di fikir û felsefeya Rêber Apo de azadiya hemû gelên bindest heye. Ev yek jî ne li gorî dewletên navneteweyî ye. Ji ber wê yekê tecrîda li ser Rêber Apo giran dikin. Bi dengekî bilind û îradeyeke xurt em dibêjin, azadiya fîzîkî ji bo Rêber Apo. Em bang li hemû dostên azadîxwaz û aştîxwaz dikin ku destekê bidin, weke jineke Kurd em ê vê rêyê dewam bikin, heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo."

Encama Meclîsa Malbatên Şehîdan Sûreya Hebeş jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku heta dawiyê ew bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ne.