Jinên ciwan li dijî tecrîdê dimeşin

Li Dêrikê meşa jinên ciwan a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 2’emîn de didome.

Meşa Yekîtiya JÎnên Ciwan a ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakiya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven ku ji Derikê dabû destpêkirin di roja 2'emîn de didome.

Meş îro ber bi gundê Eyn Dîwar ve didome.

MEŞ DUH BI DIRÛŞMEYA 'SERÎ HILDE' DESTPÊKIRÎBÛ

Duh Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşmeya “Serî Hilde, Li ber xwe bide, Faşîzmê Hilweşîne, Azadiya Rêbertiyê Pêk bîne” ji gundê Xane Serê yê Derikê ber bi navenda bajar ve meş dabû destpêkirin. Ji herêma Cizîrê 200 jin beşdarî çalakiyê bûne.

Çalakger duh gihiştin navenda bajêr û vê sibê li pêşiya Navenda Navenda Şehîd Bawer a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ber bi gundê Eyn Dîwer ve ketin rê.

Çalakî wê li gundê Eyn Dîwer bi daxuyaniya çapemeniyê were bidawîkirin.