Jinên ciwan li dijî dagirkeriyê meşiyan

Jinên ciwan ên herêma Efrîn û Şehbayê bi meşeke meşaleyî êrîşên dagirkeriya Tirk û gefên wê protesto kirin.

Bi meşek meşeleyî jinên ciwan ji destpêka navçeya Ehdas a Şehbayê heta gundê Miratê El-Mislimiyê êrîşên dagirkerî û gefên êrîşan protesto kirin.

Di meşê de alên ciwanên şoreşger hate hildan û pankarta bi nivîsa ‘NA ji dagirkeriya dewletaTirk re’ û ‘ Li dijî dagirkeriyê Serî Hilde’ hate vekirin û dirûşmên ‘Jin, jiyan azadî’ û ‘Şehîd Namirin’ hatin qîrkirin.

Di dawiya meşê de jinên ciwan daxuyaniyek dan û ji bo xurtkirina berxwedanê banga bilindkirina têkoşînê da û destnîşan kirin ji bo azadiya gelan wê bi her awayî cihê xwe di nava tevgerê de bigirin.