Jinên Ciwan ên Ereb qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kirin

Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Reqa û gundewarên wê, qetilkirina endama Navenda Lêkolînkirina Jineolojiyê Nagîhan Akarsel şermezar kirin û soza tolhildanê dan.

Yekîtiya Jinên Ciwan A bajarê Reqa û gundewarên wê bi daxuyaniyekê êrîşa sûîkastî ya li Silêmaniyê li dijî endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora kovara Jineojiyê akademîsyen Nagîhan Akarsel şermezar kirin û soza tolhildana tevahî jinan dan.

Daxuyanî piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Emîne Hisên ve hate xwendin.

Hisên êrîşa hovane ya di encamê de endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li Silêmanî şehîd bû şermezar kir. 

Hisên destnîşan kir ku dewleta faşîst a Tirk ji ber têkçûnên xwe yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber gerîla her kesê dike hedef û êrîş weke sûcekî yê taybet ê li ser jinê pênase kir. 

Li ser sedemê êrîşê jî Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Emîne Hisên ev got: “Sedema van êrîşan jî nîşaneya tirsa welatên kapîtalîst û hegomanîk a ji hêz, fikir û vîna jinê ye. Di heman demê de ji bo dewletan weke xaleke lawaz tê dîtin ku ger jin di mijara xwe ya azadiyê de bi israr bin. Di encama israr û girêdana xurt a di navbera jin û azadiyê de, tirsa di dilê dijminên mirovahiyê zêde dibe. Da ku vê tirsa xwe derbas bikin, dest bi êrîşên hovane dikin.”

Hisên di serî de bang li ciwanên Yekîtiya Jinên Ciwan a Reqayê kir ku van êrîşên hovane yên li dijî hemû jinên cîhanê şermezar û lanet dikin, ew ê li hemberî hemû êrîşên li ser jinê bibin asteng.

Herî dawî Hisên ev got: “ Em soz didin rêberê xwe ku em ê li ser fikr û felsefeya wî û şopa şehîdên xwe heya serkeftinê berdewam bikin.”

Çalakiya jinên ciwan bi dirûşman dawî bû.