Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan

Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinê çalakî lidarxistin.

ŞEHBA

Kongreya Star îro li kantona Şehbayê meşek organîze kirin. Bi hezaran şêniyên kantona Şehba û koçberên Efrînê bi dirûşmeya “Ji bo têkbirina tundî û dagirkeriyê, têbikoşe” tevlê meşê bûn.

Meş ji têketina navçeya Fafîn destpêkir û ber bi qada dibistana fêrbûna ajokariyê dewam kir.

Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan, alên Kongreya Star û Meclisa Jina Azad a Şehbayê û pankertên bi zimanê Kurdî û Erebî hildan.

Li qada dibistanê, meş veguhirî mitîngê. Li ser navê Kongreya Star a herêma Efrîn Şîraz Hemo axivî û got 25'ê Mijdarê roja bilindkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan e, ji ber ku tundiya li dijî jinê tundiya li dijî tevahî civakê ye.

Şîraz Hemo destnîşan kir ku zîhniyeta desthildar a kapîtalîst a cîhanê û dewletên mezin û bi taybet dewleta Tirk hewl dide ku vîn û israra jina azad a ku terora cîhanê têk biriye, bişkîne.

Yek ji endamên rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê Fatima Cemo jî axivî û got: “Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriye ji cîhanê re bûye nimûne.”

Fatima diyar kir ku jinê karî kevneşopiyan ku civakê ew pê sînordar kiriye, bişkîne.

TEBQA

Gelek jinên endamên Rêveberiya Sivîl a Herêma Tebqayê tevlê daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li pêşiya avahiya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê ji aliyê Hevseroka Komîteya Jinan a Tebqayê Wela El-Nacî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser girîngiya rojê û hate gotin, “Em tundiya li dijî jinan red dikin, bi taybet li herêmên Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin. Divê hemû cûreyên tundiyê, hovîtiyê mîna destavêtin, kuştin, revandin û koçberkirinê werin rawestandin.”

Her wiha di daxuyaniyê de îşaret bi qetilkirina jinên siyasetmedar yên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin û ev hate bang kirin, “Em banga hesabxwestinê ji kujerên çalakvan û siyasetmedarên jin dikin, weke çalakvana siyasî Hevrîn Xelef, Zehra Berkel û Hind û Seda, siyasetmedar Denîz Poyraz û gelek jinên ku deng û serê xwe li hember zilm, binpêkirin û dagirkeriyê hildan.

Em hewl didin guhertineke mezin di tevna civakî de û awayên beşdarbûnê di hemû aliyên şoreşa jinan de çêkin. Divê jin li ser asta herêmê, Rojhilata Navîn û cîhanê bi giştî roleke pêşeng bilîzin. Da ku guhertinê pêk bîne ku jiyaneke wekhev û civakeke ekolojîk a siyasî, demokratîk û azad misoger dike.”

HELEB

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê meşekek girseyî li dar xist. Meş bi dirûşmeya “Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em ê jin û jiyanê biparêzin” ji aliyê Kongreya Star ve hate birêxistinkirin.

Meş li pêşiya salona civînan a rojavayê taxa Şêxmqsûd destpêkkir û di nava kolanên sereke re dewam kir.

Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, wêneyên xwişkên Mîrabel û pankertên bi nivîsên “Jina zana jiyanê xweşik dike, Bi ruhê berxwedana Sakîne, Leyla û Fîdan’an em ê Rêber Apo rizgar bikin” hatin hildan.

Li Qada Cebenat a li rojhilatê taxê, meş veguherî mitîngê. Li wir, endama Rêveberiya Kongreya Star Nehla Mistefa axivî û pesna fedekariyên jinan da ku roleke pêşeng di Şoreşa Rojava de lîstin.

Nehla diyarkir ku şoreşa jinan a ji xwişkên Mîrabel ve destpêkiriye, bi saya şehîdên wekî Leyla, Fîdan, Zehra, Emîne, Gulê Selmo û Fatima Hecî heta roja îro dewam dike û got: “Jinên ku gihîştine asta şehadetê, bûne nimûneya aştiyê.”

Nehla her wiha behsa destketiyên ku jinan bi dest xistine kir û wiha domand: “Rêber Ocalan bang li jinan kir ku daxwaza mafên xwe bikin û xwe ji qeydên koletiyê xilas bikin, dengê xwe bilind bikin û tundiyê qebûl nekin.”

Nehla Mistefa bang li tevahia jinan kir ku hevgirtî bin, têkoşîna li dijî tundiyê bilind bikin û azadiya xwe û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bînin.

Endama Rêveberiya Meclisa Giştî ya Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Sekîne Çerkes jî, destnîşan kir ku qetilkirina xwişkên Mîrabal di rêwîtiya berxwedanê ya jinan de guhertin çêkir.

Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedan û têkoşîna jinan bi dawî bû.