Jinan bi deklarasyonekê piştgirî dan YPJ û Beth Nehrînê
Jinên di nava meclîs û saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cih digirin, dan xuyakirin ku ew piştgiriyê didin hêzên xweparastinê YPJ û Beth Nehrînê.
Jinên di nava meclîs û saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cih digirin, dan xuyakirin ku ew piştgiriyê didin hêzên xweparastinê YPJ û Beth Nehrînê.
Fermandairya Giştî ya YPJ'ê, ji bo pîrozkirina serketina 23'ê Adarê ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şahiyek lidar xist. Jinên ku di nava saziyên rêveberiya xweser û meclîsên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih digirin, destek dan YPJ'ê û Beth Nehrînê.
Deklarasyon ji aliyê Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid ve hate xwendin.
Hin xalên girîng ên di deklarasyonê de cih digirin wiha ne:
"Jin di dîrokê de ji mafên xwe bê par hatibûn hiştin û zilma sîstemên desthilatdar ên li Rojhilata Navîn bi giştî û li Sûriyê bi taybet Ii ser wan hatin meşandin.
Bi çirûska destpêkê a şoreşa li Rojhilata Navîn ku ji Tûnisê dest pê kir û li Sûriyê dewam dike, gelê herêmê bi serkêşiya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li nav şoreşê bûn. Hêzeke leşkerî a taybet bi jinan girîng bû ku bê avakirin da ku parastina xwe û daxwazên maf û azadiya wan bike. Her wiha birêxistinkirina civakê ji bo bidawîkirina hişmendî û pergala baviksalar, ew yek jî bi rêya avakirina hêzeke leşkerî bi navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Beth Nehrîn pêk hat da ku şerê hemû qirkirinên bîrdozî û çandî yê jinan bike. Lê bi berxwedan û têkoşîna jinên azad ev fikr ku şerê yekemîn ku ji Serêkaniyê û Helebê heta Kobanê, Minbic, Tebqa, Reqa û ya dawî Dêrazorê tune kirin.
Wê hêzê jinên ji pêkhateyên din, ji jinên Aşûrî û êzidî rizgar kirin, her wiha di birêxistinkirina jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû aliyên wê yên siyasî, rêxistinî, fikrî û xizmetguzarî de dewam dike.
Em vê belgeyê pêşkêşî hemû welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku yên dixwazin civakeke ku tê de rêgeza mafên mirovan pêk were û hemû pêkhate di bin banê aştî, rêz û exlaqê de bijîn, dikin.
Ev belge hewl dide hemû şêwazên cudahiya hundirîn û derve dijî jinan tune bike, ew yek jî di rêya mîsogerkirina xebata siyasî û leşkerî de ku pala xwe bide xwe, her wiha xurtkirina cihê jinan di civakê de û tunekirina zehmetiyan li ber wê derdikevin.
Aliyên ku vê belgeyê îmze dikin, rêzê ji van rêgezan re dikin, ew jî wiha ne:
1 – Li ser rêya şehîdan û berxwedana têkoşeran dewam bikin heta ku armancên wan pêk werin.
2 – Rizgarkirina Efrînê wek armanceke sereke ya têkoşînê be.
3 – YPJ û Hêzên Beth Nehrîn, hêzên parastina rewa ya jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê be û piştgiriya wan bê kirin û armancên wan pêk bînin.”