Jin li Şehbayê li dijî tecrîdê meşiyan
Bi sedan jin li Şehbayê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Bi sedan jin li Şehbayê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Bi sedan endamên Kongreya Star û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrînê bi meşekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.
Di meşê de posterên Ocalan, alên Kongreya Star û Yekîtiya Jinên Ciwan hatin hildan.
Meş ji pêşiya deriyê ketina bajarokê Til Qerah ê navçeya Ehdasê dest pê kir. Jinan bi yekdengî dirûşmeyên şeremzarkirina tecrîdê û banga azadiya fîzîkî ya rêbertî berz kirin.
Meş li ber navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a li Til Qerah rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin.
Ji endamên Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Eyşe Mihemed behsa sedemên tecrîdkirinê kir û got: "Dewletên dij demokrasiyê tecrîdeke giran li ser rêbertî ferz kirine, hewl didin ku me ji dûrî ramanê azad bixin û gelan kole bikin."
Endama Rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Efrînê Rîm Dada bi navê jinên ciwan axivî û got wê têkoşîna li ser şopa xeta Ocalan berdewam bikin û wiha domand: "Rêbertî doza jinan di civakê de lêkolîn kir û hişt ku di hemû qadan de bibin pêşeng, ku berê hatibûn paşguhkirin. Ji ber vê yekê divê em ji vê xetê dûr neçin û nehêlin ku dijber armancên xwe bighînin serî."
Rîm Dada bang li ciwanan, di serî de jinên ciwan kir ku li dijî tecrîdê serî hildin û têkoşîna xwe li dijî dewleta Tirk xurt bikin.
Çalakî bi dirûşan dawî bû.