Jin ên Ciwan xwe ji bo mîtînga 28'ê Adarê ya li Kobanê amade dikin

Ji bo piştgiriya bi serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku bi mehan e dewam dike, wê sibe li Kobanê mîtîngeke girseyî bi pêşengiya jin ên ciwan bê lidarxistin.

Jinên Ciwan ên bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sibê bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî bi ser bixîne azadî” wê mitîngek girseyî lidar bixin. Armanca vê çalakiyê silavkirina serhildana ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê piştî qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî destpêkiriye û hêj jî dewam dike ye. Mitînga ku wê bi gelek çalakiyên hunerî bê lidar xistin, di saet 08.00’an de wê li Kobanê destpê bike û heta 22.00’an wê dewam bike.

Têkîldarê mijarê Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Firyal Temî axivî. Temî diyar kir ku kampanya ku Komeleya Jinên Ciwan dabû destpêkirin, belavî tevahiya herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bûye û got, “Bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî bi ser bixîne Azadî" wê mîtîngehek li ser asta Bakur û Rojhilatî Sûriyê li Kobanê pêk were. Hêza ku îro vê dirûşmeyê birêve bibe û xwedî lê derkeve Jinên Ciwanin." 

JIN BI BERXWEDANÊ WÊ AZADIYA XWE BI DEST BIXE

Temî anî ziman ku, li dijî desthilatdariyê û êrîşên dijmin bersiva herî bi hêz ji aliyê jinan ve têne danîn û wiha domand, “Jinên ku tên qetilkirin û rastî zilma desthilatdariyê tên, dê bi ruhê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bersiva herî xurt bidin û pergala desthilatdariyê têk bibin. Jin wê bi berxwedanê azadiya xwe bi dest bixe. Dema ku jin azad bibe, wê tevahî civak jî azad bibe."

SERHILDAN WÊ BÊ SILAV KIRIN

Firyal Temî bal kişand ser serhildanên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dikin û da zanîn ku li dijî desthilatdariyê zarok, ciwan, jin, kal û pîr bi ruhê ‘Jin Jiyan Azadî’ daketine qadan û daxwaza azadiya xwe dikin. Temî di dawî de ev tişt gotin, “Armanca çalakiya me ya ku em ê sibê pêk bînin, piştgiri dayîna serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye. Em ê bi çalakiya xwe berxwedan û serhildana ku bi pêşengiya jinên ciwan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dewam dike, silav bikin. Mitîng wê bi çalakiyên hunerî pêk were. Her wiha berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, wê bên silav kirin.”