Ji TEV-DEM'ê daxuyaniya 12'ê Adarê: Em berxwedana xwe mezin bikin

TEV-DEM'ê bi wesîleya salvegera 20'an a Serhildana 12'ê Adarê daxuyaniyek da û ji bo mezinkirina têkoşîn û berxwedanê bang kir.

TEV-DEM’ê di destpêka daxuyaniya xwe de şehîdên Serhildana 12’ê Adarê ya 2004’an bi bîr anîn û hate gotin: “Serhildana gelê me yê Kurd di 12ˊê Adara 2004ˊan de bi pêşengiya pêkanîna bûyereke dîrokî û hevgirtineke neteweyî ku çirûska wê ji Qamişloya berxwedêr de pê ket û li tevahî bajarên Rojava û bajarên mezin ên Sûriyeyê û paytextan belav bû, dest pê kir. Ew serhildan li hember siyasetên rejîma Baasê ya şovenîst serkeftinek bû.

Bûyera li Qamişloyê, lîstokeke siyasî ya xeternak bû. Ew komployeke plankirî û rêxistinkirî bû û di çarçoveya siyasetên peymana Edenayê de pêk hatin. Ew peyman ji berhemên herî girîng ku bi rêya wê komploya navneteweyî pêk hat û her du rejîmên faşîsta Tirk û Baasê şovenîst li Sûriyeyê gihaştin hev, da ku siyasetên înkarkirina Kurdan û qirkirina wan pêk bînin. Armanca wan gelê me yê Kurd bikişîne nava şerên xwînrijandin û lîstokên siyasî û mezhebî da ku fitneyan di nava civakan, çandên dîrokî yên resen de pêk bînin, derbeyê li têkiliyên Kurd û Ereb, têkiliyên civakî û çandî yên bi pêkhateyên din li Sûriyeyê re pêk bînin û planên siyasî û ewlehî yên ketober pêk bînin û tundiyê li dijî vîna gelên herêmê ferz bikin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Lê vîna gelê me yê berxwedêr û nîşan da helwestên xwe yên neteweyî yên xurt li hember alava çewisandin ya saziyên ewlehiyê bi tevahî şaxên wê bi lehengî û berxwedaneke bêhempa sekinî, ruxmî ku bi hezaran welatî hatin girtin û di encamê de bi dehan şehîd bûn; mîna Ehmed Hisên Ebû Cûdî, mamoste Osman Dadalî, hevrêya nenas Nazliye Keçel û derxistina karmendên Kurd ji daîreyên hikumetê yên fermî yên perwerdeyê û tamîrê. Bi pêkanîna van siyasetan li dijî vîna gelê me yê Kurd, rûpeleke nû di avakirina têkiliyên Tirkî-Sûriyeyî de bi xwespartina qirkirina nirxên çandî û exlaqî yên gelê me hate vekirin. Bi wê re dewleta Tirk a dagirker di aliyên aborî, siyasî û ewlehî de Sûriye dagir kir, gelek sûkên bazirganî û endustirî yên Sûriyeyê bi armanca ferzkirina zihniyeta xwe ya çandî ya Tirkî li ser çandên civakî yên Sûriyeyê, kontrol kirin.

Serhildana 12ˊê Adarê, ruhê şovenîst û nîjadperestiya zîhniyeta Baasê ya li dijî Kurdan û pêkhateyên din li Sûriyeyê, asta bandorbûn û radestbûna vîna vê rejîma şovenîst li hember faşîzma Tirk di bin Lihevkirina Edeneyê de aşkera kir. Heta îro vê rejîmê vîna xwe ji dest daye û nikare pirsgirêkên xwe çareser bikin, ji wê zêdetir ev rejîma Baasê bûye xefk û kemîn ji bo lawazkirina kesên piştgiriyê didin wê.”

TEV-DEM’ê wiha lê zêde kir: “Biryara 2254ˊan a der barê Sûriyeyê de dîlê dewleta Tirk a dagirker e û vê yekê jî li pêş xebata diyaloga hundirîn valahiyeke siyasî û astengiyeke mezin çêkiriye. Qada Sûriyeyê di navbera hêzên navneteweyî û herêmî de veguheriye qada alozî û nakokiyan û ji ber rola neyênî yên dewletên têkildar û dewletên garantorê çareserî û dabînkirina îstîqrara siyasî û civakî li Sûriyeyê ber bi karesatê ve diçe. Dirêjkirina temenê krîzê jî tê wateya karesata mirovî ya rasteqîn li gel hilweşîna rojane ya aborî û debarê.

Em soz didin şehîdên komkujî û Serhilana 12ˊê Adarê û tevahî şehîdên azadiyê li ser şopa wan bin, têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin û wek pêkhateyên Sûriyeyê li dijî dagirkeriya Tirk ji herêmên me re bisekinin û divê rejîma Sûriyeyê jî bi awayekî realîst ber bi rewşê ve tev bigere da ku tiştên ji Sûriyeyê mayî ji karesatên siyasî û neteweyî yên muhtemel biparêze. Divê rejîma Sûriyeyê fikrên xwe ber bi avakirina diyalogelek neteweyî ve di çarçoveya pergala demokrasî de biguher, vîna gelên azad li tevahî Sûriyeyê qebûl bike.”