Ji partiyên Rojava li dijî êrîşan daxuyaniyek hevpar

Partiyên siyasî yên Rojava, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Kantona Efrînê û Herêma Şehbayê bang yekîtiyê li gelê Kurd kir, her wiha dîsa bang li raya giştî ya navneteweyî jî kir ku xwe ji êrîşan berpirsyar bibînin.

Partiya Demokrat a Pêşverûya ya Kurdên Sûriye, PYD, Partiya Demokrat a Kurdên Sûriye, Partiya Yekîtiya Kurdên Sûriye û Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM a ku daxuyaniyek hevpar dan, êrîşên dewelata Tirk a mêtinger a li ser Kantona Efrîn û Şehbayê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de ku bal hate kişandin, her ku şervanên QSD’ê li Reqayê bi pêş ve diçin, serkeftinan bi dest dixin, wê demê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Kantona Efrîn û Herêma Şehbayê zêde dibe û wiha hate gotin: “Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk hêza xwe ya leşkerî li herêmê bi cih dike û bi vê yekê prensîbên mafên mirovan, her wiha zagonên navneteweyî binpê dike.

Li herêma Kerdag a girêdayî Efrînê bi deh hezaran koçberên ku ji bajarên cuda yên Sûriyeyê bi cih bûne. Efrîn bûye sembola jiyana hevbeş, biratiya gelan û şoreşa Sûriye ya aştiyane.

Ji destpêka aloziya Sûriyeyê û vir ve komên çekdar ên îslamî ambargo li ser herêma ferz kirine. Ev yek bi destê Îxwan Muslimîn, Îtîlafa Sûrî û hikûmeta AKP′ê pêk tê. Li aliyekî din jî êrîş li ser bajar û gundewarên pêk tên. Di encamê de şehîd û birîndar çêbûn. Her wiha li herêmên ser sînor, darên zeytûn û hinaran hatin birîn, berhemên çandiniyê hatin şewitandin û herêmên ku koçber lê bi cih dibin gulebaran kirin.

Em zêdekirina alav û wesayîtên leşkerî yên Tirkiyeyê li axa Sûriyeyê û topbarana herêmên sivîlan, şermezar dikin. Banga me ji raya giştî (taybet Amerîka û Rûsya) û hêzên aşitîxwaz re heye ku li hember êrîşên li ser Efrînê û Şahbayê berpirsyar bin. Her wiha em bang li hêz, partî û hemû welatparêzên Kurd dikin ku li dijî êrîşên dijmin, yekîtiya xwe ava bikin, nakokiyên di navbera xwe de çareser bikin û piştgiriya hêzên YPG/YPJ/QSD′ê bikin.

Banga me ji gelê Efrînê re heye ku roja 5′ê Tîrmehê saet di 10.00′an de bi hemû pêkhateyên xwe ve beşdarî meşa şermzarkirina êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmê bibin û herêma xwe biparêzin.”