Ji karateyê ber bi maratona azadiyê ve: Zelal Mûnzûr

Zelal Mûnzûr jineke çeleng û zîrek bû ku karate, xwendin û ciwantiya şoreşger di kesayetiya xwe de dike sê nasnameyên hevbeş.

Kurdistan derguşa qehremanan, azadîxwazan û xwedawendan e. Kurdistan bûye evîn ji gelek canên giranbuha re. Yek ji wan qehremanên Kurdistanê jî Zekiya Telal e bi nasnav Zelal Mûnzûr. Sala 1998’an de li Bajarê Qamişloyê ji dayik dibe. Zelal di dibistanê de bi zîrekiya xwe tê nasîn û heta refê duzdehan dixwîne. Zelal ji piçûkaniya xwe ve ji spora karateyê hez dike û di jiyana xwe de vê beşa sporê hildibijêrîne. Armanca Zelalê ji karateyê ew e; ku bikaribe hêza jinê di kesayeta xwe de ava bike. Zelal li gelek deverên weke Şam, Hesekê û Amedê spora karateyê dike û bi pileyên jor bi ser dikeve. Zelal gelek kemberan digire, herî dawî jî kembera reş bi serketî digre.

Zelal Mûnzûr jineke çeleng û zîrek bû ku karate, xwendin û ciwanên şoreşger di kesayetiya xwe de dike sê nasnameyên hevbeş.

Bavê Zelalê Telal Şêx ku mamosteyê zanîngehê ye, derbarê jiyana Zelalê de dibêje, "Dema Zelal şehîd ket bandoreke mezin li min kir. Piştî şehadeta Zelalê min li ser jiyana wê dest bi roman nivîsandinê kir. Roman jî ji zarokariya Zelalê heta roja şehadeta wê qal dike. Zelal xwendina xwe hetanî refê duzdehan xwend. Li kêleka xwedina xwe jî, Zelal him diçe spora karate û him jî cihê xwe di nava ciwanên şoreşger de digirt û kar dikir. Zelalê gelek ji karateyê hez dikir, ji 14' de saliya xwe ve Zelalê dest bi spora karateyê kir. ji hêla yekîtiya sporê ya dewleta Suriyê ve gelek spasname ji zelal re hatin şandin. Her cihê ku zelal diçûyê da ku spora karateyê bilîzê bi serketî vedigeriya. Zelal bi çûyîna xwe ya Amedê re armanca wê musabekeya karateyê di nav 9 dewletan de lîstin bû.

Wisa bû ku dixwest bi serketina xwe ya karateyê re ala Kurdistanê rake jor da ku tevahî dunya bizane ku jina Kurd bi ser ketiye. Zelalê serketina xwe ji bo xwe tenê pênase nedikir serketina Zelalê para hemû jinên Kurd bû. Herî dawî piştî şehadeta Zelalê li bajarê Qamişlo holeke sporê li ser navê wê hat vekirin."

ZELAL DI RÊYA HEQÎQETÊ DE BERÊ XWE DA ÇIYAYÊN KURDISTANÊ

Bavê Zelalê her wiha bal kişand ser tevlîbûna Zelalê ya di nava refên têkoşîna azadiyê û got: "Her çendî min bi hevalên Zelalê me pêre nîqaş dikir û digot  ku tu xwendin û spora xwe berdewam bike, lê Zelalê ji vê yekê razî ne dibû û her digot; 'ta ku ez weke jineke Kurd xwe binasim ez wê demê hebim. Ez encax dikarim xwe di çiyayên Kurdistanê de binasim.' Zelalê naskirina rastiya xwe weke jineke Kurd di çiyayên Kurdistanê de didît û tevlî nava refên gerîla bû. Zelal di çiya de her dibe şopdara nasnameya xwe ya neteweyî û zayendî. Piştî şehadeta Arîn Mîrkan bandoreke mezin li ser çêbûbû û tolhildan bûbû dirûşma jiyana wê. Di gelek lênûskên wê de yên ku ketine destê me piraniya nivîsên wê li ser tolhildanê ne. Zelal di akademiyên çiyê de jî perwerdeya karateyê dide hevalên xwe û wan fêrî karateyê dike." 

'MIROV MIROV E, CUDAHÎ DI NAVBERA HÊZA JIN Û MÊR DE NÎNE'

Dayika  Zelalê Fethiye Îbrahîm jî derheqê jiyana Zelalê axivî û got: "Zelalê bi zîrektiya xwe gelek balê dikişand. Zelalê cihê ku lê dima dema ku diçû, li wir cihê wê xuya bû. Ji ber ku di jiyanê de bi tevgera xwe dihat nasîn. Jineke xurt bû, zû bi zû ji tiştan neditirsî. Her çendî min jê re digot, neçe spor spor ji xortan re ye' lê wê ew cudahî ne dixiste di navbera jin û zilam de. Her digot: 'mirov,  mirov e di navbera  jin û zilam tu cudahî nîne, hêza herdûyan jî heye. Tişta ku zilam dike, jin jî xwedî wê hêzê ye û dikare bike' Mamosteyên Zelalê yên dibistanê jê gelek razîbûn, dema ku Zelal  dev ji dibistanê  berda gelekî li ber dikevin. Têkoşîna  Zelalê li dijî  zilm û şaştîyê bû. Her dem ji bo ku bi ser bikeve xwedî hewildan bû. Zelal û bavê xwe ne weke keç û bav nêzî hevdu dibûn weke du hevalan nêzî hev dibûn. Zelal di destpêka Şoreşa Rojava de di gelek eniyan cihê xwe girt û piraniya xwe girêdana wê û şehîd Seyîdo hebû."

'ZELAL ŞEHÎDA RASTIYA XWE YE'

Dayika Zelalê Fethiye Îbrahîm  dema ku diçe Zelalê li çiyayê Kurdistanê dibîne derbarê dîtina wê de wiha dibêje: "Zelal pir bi xwestek tevlî nava refê gerîla bû. Dema ku Zelal li çiyayê Garê bû û ez çûm serdana wê, her çiqasî ku ez bi dil şewat bûm jî, lê ez gelekî pê serbilind bûm."

Fethiye Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de got: "Ez weke dayîk bi şehadeta keça xwe serbilid im. Ew jî tevî ewqasî hevalên xwe di rêya rastiya mirovatiyê de têkoşiya û şehîd ket. Em tu caran ne poşman in û em poşman nabin jî. Zelal şehîda rastiya  azadiya gel û welatê  xwe bû."

'ZELAL DI SPORÊ DE MÎNAK BÛ JI HEVALÊN XWE RE'

Di herî dawî de mamosteyê zelal yê bi nav Rêzan Şêxmûs ê karateyê jî li ser rola Zelal ya di karateyê de axivî û wiha diyar kir:" Zelal li gel min fêrî karateyê bû. Zelal di nav hevalên xwe de gelek dihate hezkirin. Zelal gelek kember di karateyê de girtin, jineke gelek zîrek bû. Yekem kembera ku zelal girt kembera zer bû. Ev kemer di sala 2008’an de girt. Piştî wê tevlî nava karê şampîyonê bû. Her çiqasî ku nû bû jî Zelal tevlî karateyê bû, lê ruxmî wê jî, mirov digot qey ji  zû ve dilîze. Yekemîn tevlîbûna wê ya şampîyonê li ser asta Kantona Hesekê yekemîn derket. Zelal bi zîrekiya xwe li gelek deverên Sûriyeyê di lîstina karateyê de ya şampiyonê pileyên yekem girt û her tim jî serketî bû. Zelal ji aliyê karateyê ve ji gelek hevalên xwe re bûbû mînak. Zelal bi hevalên xwe re gelek bû alîkar da ku wan jî bigîhînê zîrektiya xwe."

PIŞTÎ MARATONEKE BILIND LI ÇIYAYÊN COLEMERGÊ TEVÎ KARWANÊ NEMIRAN BÛ 

Zelalê li Çiyayê Colemergê bi hevalên xwe re tevlî çalakiyê dibe û gelekî serketinan bi dest dixin. Lê belê piştî ku ji çalakiyê vedigerin, artêşa Tirk ew û koma çalakvan ya gerîla dikin hedefa êrîşên xwe û tevlî karwanê nemiran dibe. Wê çavên xwe li jiyanê girt, lê hîn jî bandora wê li Qamişloyê heye.