BI DÎMEN

Ji jinên Kurd û Ereb komxebata li ser azadiya Abdullah Ocalan

Jinên Ereb û Kurd ên li Kantona Firatê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komxebatek lidar xistin.

Komxebata li ser mijarên tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi beşdariya bi dehan jinên Kurd û Ereb li hola Çand û Hunerê ya bajarê Sirînê hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, Fatme El Mele têkildarî jiyan û têkoşîna Abdullah Ocalan axivî û got, "Weke jinên ji pêkhateya Ereb bi rêberê xwe em azad bûn. Em ê bi vê hêza xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin."

Ji Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Macîde Hesûn jî anî ziman ku bi saya Rêberê Gelê Kurd ew gihîştine asta heyî û got, "Jinan bi Rêber Apo xwe ispat kirin. Çawa ku bi berxwedana Rêbertî jin ji koletiyê azad bû, em ê jî bi hêza xwe azadiya Rêberê xwe misoger bikin."

Di dawiya komxebatê de encamnameyek hate weşandin.

Li gorî vê yekê hate ragihandin ku wê li ser şopa fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bin, fikrê neteweya demokratîk belav bikin.

Her wiha hate ragihandin ku jinên Kurd û Ereb wê xwe li ser fikrê Abdullah Ocalan bi rêxistin bikin û çalakiyên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde bikin.