Ji herêma Firatê alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê hate şandin
Karwanê alîkariyê ya ji bo mexdûrên erdhejê hatine amade kirin, ji herêma Firatê ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên erdhejê bandor li wan kir, hate şandin.
Karwanê alîkariyê ya ji bo mexdûrên erdhejê hatine amade kirin, ji herêma Firatê ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên erdhejê bandor li wan kir, hate şandin.
Ji bo pêçandina birînên ji ber erdhejê li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewldanên alîkariyê dewam dikin. Herî dawî li herêma Firatê alîkarî bi pêşengiya Rêveberiya Xweser û Rêxistina Kar û Barên Civakî alîkarî hate komkirin.
Karwanê Alîkariyê be bi Deriyê Tayha yê li Minbicê ve bi rê ket û wê hewl bê dayin ku ber bi Heleb, Şehba û Efrînê yên erdheja 6'ê Sibatê bandor li wan kir bê şandin.
Têkildarî mijarê Hevseroka Kar û Barê Civakî Hêlîn Haçim axivî û got ku ew ji bo birîna maxdûrên erdhejê bipêçin alîkarî komkirine û wiha got, “Di encama erdhejê de bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn. Bi hezaran mirov bê mal man. Bi alîkariya saziyên Rêveberiya Xweser û gelê Herêma Firatê bi qasî Heyvekê alîkarî hatin berhev kirin. Ev nêzî hefteyeke berhev kirina alîkarî bi dawî bûye. Lê ji ber ku rê hatibû girtin, ji bo wê demekê hat seknandin. Îro wê karwanê alîkariyê ber bi deriyê Tayhayê ve were şandin û radestî welatiyên ku di erdhejê de zirar dîtine bê kirin."