Ji Helebê heta Efrînê destana berxwedanê

Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd in, bi rengê destanî berxwedan hate kirin. Kurdan li Helebê serî netewandin. Û niha jî vê berxwedana xwe digihînin Efrînê.

Em li Helebê ne. Rûyê dijwar û hilweşîner ê şerê li Sûriyeyê li vir tê dîtin.

Heleb ne tenê ji bo Sûriye û Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê yek ji bajarên herî girîng ên dîrokî, çandî û bazirganiyê bû.

Şerê li Sûriyeyê herî zêde Heleb wêran kir. Dîrok, çand û bazirganiya li Helebê têk bir. Çeteyên El Nûsra, DAÎŞ û komên din ên çete ku pişta xwe dispêrin dewleta Tirk, Heleb wêran kirin.

Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd in, bi rengê destanî berxwedan hate kirin. Kurdan li Helebê serî netewandin. Û niha jî vê berxwedasna xwe digihînin Efrînê.

Me ji taxên Helebê berê xwe dan Efrînê û dîmenê berxwedana li vê herêmê ji we re kişand.