Ji çavê şehîdan berxwedana Kobanê
Şehîd Cûdî Amed: Berxwedana Kobanê xwe bi berxwedana gundê Serzûrî afirand. Berxwedana Kobanê bi berxwedana 12 hevalên li Serzûrî dikare bê fêhmkirin.
Şehîd Cûdî Amed: Berxwedana Kobanê xwe bi berxwedana gundê Serzûrî afirand. Berxwedana Kobanê bi berxwedana 12 hevalên li Serzûrî dikare bê fêhmkirin.
Yaşar Dûman (Cûdî Amed) ku 16'ê Kanûna 2014'an li Kobanê şehîd bû, yek ji wan fedaiyan e ku ji Amedê ye û beşdarî berxwedana Kobanê bû. Li refên herî pêş tevlî berxwedanê bû, ji bo gelê xwe şer kir û soza xwe bi cih anî. Şehîd Cûdî Amed qala berxwedana Kobanê kiribû.
Bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî em vegotinên Şehîd Cûdî Amed parve dikin:
"Îro li Dêrazorê, li Mûsilê yan jî li navçe, bajar û bajarokên cuda şer diqewime. Lê belê mîna Kobanê bandor li cîhanê nekir. Ji ber ku Kobanê weke semboleke vê şoreşê tê dîtin. Kobanê cihê gavên destpêkê ye. Ji ber vê yekê berxwedana Kobanê berxwedaneke mezin e. Mîna berxwedana Fîlîstîniyan, mîna şoreşa wan. Çawa ku berê li Rojhilata Navîn berxwedana Fîlîstînê navend bû, îro jî Kobanê bûye navenda berxwedanê. Sedema pêkhatina berxwedana mezin ew bû ku ruhê hevrêtiyê gelekî xurt bû. Wan hevalan wê demê ev yek dîtin, fêhm kirin ku eger berxwedana Kobanê xurt be wê pêleke mezin a berxwedanê biafirîne. Berxwedana Kobanê bi berxwedana gundê Serzûrî destpê kir. Eger em dixwazin berxwedana Kobanê fêhm bikin divê em bala xwe bidin ser berxwedana 12 hevalên li Serzûrî. Berxwedana Serzûrî çavkaniya berxwedanên dewamkirî bû. Berxwedaneke di vê astê de nedihat bîra DAÎŞ'ê, texmîn nedikir.
Dema ku gihîştim gundê Tahlikê destpêkê li gel rast hatim. Min bi giştî her kes nas dikir. Destpêkê demeke dirêj li Kobanê mabûm, di nava gel de min kar kiribû. Ji ber vê yekê hema hema min her kes nas dikir. Dema ku min gel di wî halî de dît kelogirî bûm. Min dayik, av, extiyar dît. Direviyan. Dibeziyan. Hin malbatan digotin 'ka we soz dabûn, we yê em biparasta'. Min ji xwe re got xwezî ez bimiram û ev gotin nebihîsta, yan jî min ev rewş nedîtibûya. Wextekê min got, hevalên şehîd ên ku ev rewş nedîtin gelekî bi şens bûn. Ji ber ku wan ev tablo nedîtibûn. Rast e, me soz dabûn lê belê hêjayî hevalên şehîd û gelê xwe nebûbûn. YPG, hebûna YPG'ê bi parastina gel dibe. Me soz dabûn gel. Gel nebe hebûna YPG'ê jî nedibû.
Êrîşên li ser gundên Avdikê, Zormixar, Xerbî, Beyadîl, Kunheftar û gundên din êrîşên ji bo provayê bûn. Taktîkên ku dixwestin li ser Kobanê bi kar bînin, li ser van gundan ceribandin. Ceribandin ku wê karibin encamê bi dest bixin yan na. Di asteke biçûk jî de be xistin pratîkê. Atmosfereke şer a ku firsanda komkirinê nedida, diafirandin. Berxwedana Kobanê berxwedaneke gelekî mezin û bi wate bû. Şerekî man û nemanê bû. Tirsa dilê DAÎŞ'ê şerê rizgariya gelan bû."
* Ji dokûmantera Berxwedana Sedsalê hatiye wergirtin.