Ji bo veşartina cenazeyê dayika xwe çû Efrînê, 2 sal û nîvan ew xistin zindanê

Ciwanekî ji Efrînê yê bi navê Mihemed, ji ber ku xwest derbasî Efrînê bibe û cenazeyê dayika xwe veşêre, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi 2 sal û nîvan hate zindanîkirin.

Mihemed bavê çar zarokan e. Dema ku ji bo veşartina cenazeyê dayika xwe dixwaze derbasî Efrînê bibe, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve tê girtin û wî dixin zindanê.

Mihemed piştî  ku du sal û nîvan di zindanên çeteyên dewleta Tirk de dimîne, tê berdan û derbasî Şehbayê dibe. Mihemed der barê vê pêvajoyê de û bûyerên ku lê diqewimin ji ANF’ê re axivî.

Mihemed hemû hûrguliyên revandina xwe tîne ziman. Bûyer ji dema ku Mihemed ji bo veşartina cenazeyê dayika dixwaze derbasî Efrînê bibe, dest pê dike. Mihemed ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve tê revandin, ji bo wî li zindanên xwe rehîn bigirin cilên gerîla lê dikin û bi wan cilan dîmenên Mihemed digirin.

Çete destpêkê Mihemedî li Girtîgehên Marat û Rajoyê rehîn digirin û piştre wî dişînin bajarê Kîlîs ê Tirkiyeyê û herî dawiyê jî wî dişînin navenda îstîxbarata Tirkîyeyê ya li gundê Kefercan ê Efrînê û di vê pêvajoyê de Mihemed cezayê girtîgehê yê ji du sal û nîvan pêk tê temam dike.  

Mihemedî wiha qala rojên ku di destê çeteyan de rehîn dihate girtin kir: "Sê mehan êşkenceyeke pir mezin li min kirin. Çeteyan ji me re digotin ku; ‘Hûn Kurd Cihû ne, divê hûn hemû werin kuştin.’ Ceyran didan laşê me, xwarin û av nedidan me û gelek êşkenceyên bi vî rengî û girantir li me dikirin. Hemû gavan ez bi malbata min re tehdît dikirin û digotin; ‘ Em ê cenazeyê dayika te û biraziyên te ji gora wan derxînin û li pêşiya çavên te bişewitînin.’  Her wiha me gelek şevan ji ber êşkence û lêdanê dengê qîrîna zarok û jinan dibihîst. Piştî ku ez ji destê çeteyan rizgar bûm, min xwe weke zarokekî ku nû tê dinyayê hîs kir. Ji ber êşkence û kiryarên zêde giran ên çeteyan gelek nexweşiyên weke sistbûna hestî û nexweşiyên gurçikê li cem min peyda bûn.  Pêvajoyeke pir xirab bû. Li zindanên çeteyan bûn şahidê gelek kiryarên dermirovî. Wekî min bi hezaran kes niha li zindanên Tirkiyeyê di destê çeteyan de ne û li rastî êşkenceyên gelekî giran tên. Ji bo vê yekê hîn jî çareseriyek nehatiye peydakirin. Hêvî û banga min ji rêxistinên navneteweyî ew e ku li hemberî van kiryarên çete û dagirkeran bêdeng nemînin û Efrînê ji çeteyan rizgar bikin."