Ji bo şervanê YPG’ê Oso konê şînê hat danîn

Li Kobanê ji bo şervanê YPG’ê Salih Oso konê şînê hat danîn. Gel bi girseyî serdana konê şînê dike.

Li Kobanê ji bo şervanê YPG’ê Salih Oso ê ku di 7'ê Adarê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû, konê şînê hat danîn. Bi sedan şêniyên herêma Firatê ji bo serdanên sersaxiyê bi girseyî herikîn konê şînê.

Hevserokê MeclÎsa Kantona Kobanê Mistefa Êto, di serdana konê şînê de axivî. Êto anî ziman ku şehîd Salih Oso sembola parastinê ye û di pêkanîna erka xwe de tu carî dudilî nebû. Êto bal kişand li ser fedekariyên ku şêniyên gundê Qermex dane û navê şehîdên wê mîna Sadiq, Eşref, Seydi Riza û Salih bi bîr xist û got: "Ev şehîd ji gelê xwe re bûne mîras."

Li ser navê malbata şehîd Oso, Mistefa Xelîl jî axivî û wiha got: "Şehîd Salih ne şehîd yekemîn ê vî gundî ye. Bi her şehîdekî re em kelemekê di dilê dijmin de diçikînin. Şehîd hêviya gelê Kurd ê serkeftinî ne."