Ji bo şehîd Buldan sersaxî: Divê têkoşîna li dijî dewleta Tirk bê mezinkirin

Di axaftinên ku li sersaxiya şehîd Feryat Buldan ên li Qamişlo hatin kirin de peyama xurtkirina têkoşînê li dijî dewleta Tirk a dagirker hate dayîn.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê merasîma sersaxiyê ji malbat û xizmên welatiyê bi navê Feryat Buldan ê ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) re lidar xist. Şehîd Feryat di êrîşa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li dijî Minbicê de 24′ê Mijdarê şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê li taxa Hîlaliyê ya Qamişloyê hate vedan. Bi sedan şênî û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û meclîsan beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mihyedîn Hesen axivî û rola xelkê Wargeha Rustem Cûdî di şoreşa Rojava de û fedakariyên di oxira parastina destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kirine silav kir û banga hevgirtin û bilindkirina têkoşînê kir.

Li aliyekî din jî endamê Meclîsa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî, diyar kir ku êrîşên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya siyaset û planên qirkirinê de pêk tên û got: "Bi saya fedakariya şehîdan û berxwedana gel em ê êrîşan têk bibin û tola şehîdên xwe hilînin."

Endama Kongra Star a Qamişlo Şaha Xelîl jî anî ziman ku dê jin li ser xurtkirina rêxistina hevbeş a li dijî hemû êrîşên li ser vîna wan bixebitin.

Li ser navê malbata şehîd Feryat Tolhildan rojnamevan Sozda Oremar axivî û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi êrîşên xwe vîna gelên berxwedêr têk bibe.”

Sozda Oremar wiha domand: "Bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan şoreşa gel hate lidarxistin. Xelkê me yê Rojava dê ji bo şehîdên xwe wefadar be, têkoşîna xwe bilind bike û ji ajanan hesabê bixwaze. "

Piştî axaftin bi dawî bûn wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî hevrêyên wî û ferdên malbata wî hate kirin.