Ji bo piştgiriya Hilbijartinên Federalî şahiyek hate lidarxistin

Ji bo piştgiriya hilbijartinên Giştî yên Rojava û Bakurê Sûriyeyê li bajarê Qamişlo ji aliyê komîna taxa Hilîliyê ve bi tevlîbûna welatiyên taxê ve şahiyek hat lidarxistin.

Li li Taxa Hilîliyê a bajarê Qamişlo, bi boneya piştgiriya hilbijartinên federasyonê ên giştî, şahiyek ji hat lidarxistin. Di şahiyê de komên çandî yên herêmî yên Rojavayê Kurdistanê hunerên xwe pêşkêş kirin.

Di despêka şahiyê de Hevserokê Meclîsa Komîna Hilîliyê Abdullah Mihemed axivî û wiha got; “Divê ku di roja hilbijartinê de gelê Rojavayê Kurdistanê hemû biherike ser sindoqan, ji ber ku ev hilbijartin wê pêşeroja gelê Rojava û Bakurê suriyê bide diyarkirin. Li aliyê din ev hilbijartin wê ji aliyê saziyên navneteweyî ve jî bên şopandin. Ji ber wê yekê di vê gelê me biçe ser sindoqan û erkê xwe yê hemwelatîbûnê bi cih bîne.”

Komên çandê yê Rojavayê Kurdistanê, koma şanoyê ya Rojava, Daniş Botan û Koma Nûpelda jî bi stranên xwe şahî geş kirin. Şahî bi gerandina govendê ve bi dawî bû.