Ji bo parastina xaka xwe tevlî nava refên QSD'ê bûn

Jinên ku li dijî êrişên li ser Rojava ji bo parastina welatê xwe tevlî nava hêzên QSD'ê bûn, diyar kirin ku ew bi biryar in dijmin ji xaka xwe derxînin.

Li dijî her şer û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ciwan mil bi mil li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk li ber xwe didin. Yekîtiya Jin ên Ciwan ên herêma Firatê doh civîna xwe ya salane lidar xist. Di civînê de seferberî hate ragihandin û biryar hate dayin ku ciwan tabûrên xwe yên xweser ava bikin û tevlî berxwedana li Eyn Îsayê bibin.

Li ser vê bingehê îro nêzî 40 Endamên Jinên Ciwan berê xwe dan çeperên şer û li kêleka şervanên QSD'ê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê şer bikin.

Ji 23'ê Mijdarê ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bênavber êrîşî navçeya Eyn Îsayê û derdora wê dikin. Ji bo şermezarkirina êrîşan şêneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê – Rojava çalakiyên cur bi cur li dar xistin.

'LI DIJÎ ŞER Û ÊRIŞAN PÊWÎSTÎ BI BERXWEDANÊ HEYE'

Canê Ebdo ji bo parastina ax û welatê xwe tevlî şerê Eyn Îsayê dibe û ji ciwanan dixswaze ku li hember polîtîkeyên dijmin hişyar bin û dibêje, "Di civîna salane de gelek nirxandinên girîng hatin kirin. Hate destnîşankirin ku şerê niha li herêmên me tên kirin, şerê hebûn û tunebûnê ye. Em wek jinên ciwan me biryar dan ku tabûreke xwe ya xweser ava bikin û cihê xwe di nava vê tabûrê de bigirin. Şerê heyî yê li herêmê tê kirin, ne tenê li ser axa me ye, di heman demê de li ser ciwanan jî tê meşandin. Bi rêya şerê taybet dijmin dixwaze ciwanan li gor berjewendiyên xwe bixe nava sîxuriyê, madeyên hişbir û fihoşê. Li beramberî vê yekê pêwîstî bi berxwedanê heye. Pêwîste em baldar bin û li hemberî van polîtîkeyan hişyar û amade bin."

'EM NAHÊLIN DAGIRKER PROJEYÊN XWE LI SER AXA ME PÊK BÎNIN'

Rewşen Elî jî ji bo bicihanîna peywira xwe tevlî eniya şer dibe û dibêje: "Em amade ne ku li hemberî dewleta Tirk û hevalbendên wê şer bikin. Wê ti carî dagirker projeyên xwe li ser axa me pêkneyîne. Soza me ew e ku heya em dewleta Tirk û çeteyên wê ji axa xwe dernexin, em ê tu gavan paş ve nezivîrin. Heya dawiyê em ê li ber xwe bidin. Ji ber armanca me ku gelê herêmê vegerînin li ser axa wan. Em bi israrin dagirkeran ji axa xwe derxînin û parastina wê bikin. Lê wek ciwan divê li hemberî vî şerî bi hişyarî tevbigerin."

'EM Ê XWEDÎ LI SOZA ŞEHÎDAN DERKEVIN'

Tolîn Mihemed şehîdên azadiyê bi bîr anî û soza şopandina rêya wan da û got "Di nava her şerî de yên ku pêşengtiyê dikin jinin. Her wiha Rêber Apo dibêje 'Me bi ciwantî destpê kir em ê bi ciwantî jî serkevin'. Li ser vê bingehê û li ser şopa şehîdên ku xeta berxwedanî û azadiyê ji xwe re hilbijartine, em ê jî xwedî li soza wan derkevin û rêya wan bişopînin. Em soz didin ku em ê bi teqez serkevin. Banga min ji tevahî jinan re heye ku destek bidin me û tevlî tabûra me bibin. Em bi hev re li dijî dagirkeran şer bikin û axa xwe biparêzin."