Ji bo koçberan li Minbicê kampeke nû tê amadekirin

Bi zêdebûna hejmara koçberên Reqayê re, Meclîsa Rêveber a bajarê Minbicê dest bi amadekariyên vekirina kampeke nû kir.

Hevseroka Meclîsa Rêveber a bajarê Minbicê û gundewarên wê Zeyneb Qenber û her du cîgirên wê Cemîle Ehmed û Ebdulsetar Şîkagî, Hevseroka Komîteya Aborî Henan Mihemed, Endamê Komîteya Çandiniyê Ebdulrehman Cahî û Hevserokê rêxistina alîkariyê ya Minbicê Munzir Bedir serdana cihê kampa nû ya koçberan kirin.

Kampa nû wê li gundê Resim Exder ê bi 6 kîlometreyan li başûrrojhilatê Minbicê ye, were vekirin. Li kampê wê koçberên ji Reqayê bên bicihkirin.

Rêxistina Alîkariyê ya Minbicê wê bi hevkariya Şaredariya Gel a Minbicê, sibê komîteyekê ava bike û bi rêya vê komîteyê cihê kampê amade bike û 250 konan vede.