Ji bo hilbijartinan Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyeyê bang kir

Ji bo hilbijartinan Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyeyê bang li tevahî gelên li Bakurê Sûriyeyê kir û xwest bila her kes biçe ser sindoqan dengê xwe bidin. 

Têkildarî hilbijartinên li Bakurê Sûriyeyê, Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyeyê ji bo raya giştî daxuyanî da.

Daxuyaniya Desteya Rêveber wiha ye:

“Projeya Federaliya Bakurê Sûriyeyê di dîroka gelên herêmê de bi pêvajoyeke girîng re derbas dibe. Gel wê bi îradeyeke azad nûnerên xwe hilbijêrin û saziyên xwe bidin avakirin. Bi riya hilbijartinên meclîsên herêmî yên bajarok, navçe û kantonan, em ê deskeftiyên mezin bi dest bixin. Piştî pêvajoya yekemîn a hilbijartinên hevserokên komînan wê pêvajoya duyemîn a hilbijartinên meclîsên herêmî dest pê bikin.

Ji bo gelên herêmê negihîjin deskeftiyên mezin, gelek astengî têne derxistin. Lê belê gelê me xwedî îradeyeke xurte û eê Sûriyeyeke Federal û demokratîk ava bike. Hemû pêkhate  wê bigihîjin mafên xwe û wekî hev bajarên xwe bi rê ve bibin.

Em weke Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê deskeftiyên QSD`ê û deskeftiyên siyasî yên herêmê li gelê xwe pîroz dikin. Ji bo em van deskeftiyên xwe biparêzin û saziyên xwe li ser bingehê azad, demokratîk û biratiya gelan ava bikin, em bang li gelê xwe dikin ku biçin ser sindoqan û dengê xwe yê azad bidin.”