Ji bo gerîlayê HPG’ê Şaho Dalaho merasîma xiyabî hat lidarxistin

Ji bo gerîlayê HPG’ê Şaho Dalaho yê di 14’ê Tîrmeha 2017’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, merasîma xiyabî hat lidarxistin.

Ji bo gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Şaho Dalaho (Azad Hesen) ê 14’ê Tîrmeha 2017’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, li gundê Berzan ê Hesekê merasîma xiyabî hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê, endamên saziyên sivîl, leşkerî tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de wêneyê gerîla Şaho Dalaho hatin hildan û bêyî navber dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Di merasîm êde endama rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Zozan Hesekê sersaxî da malbata şehîd Azad. Zozan têkoşîna şehîd Şaho silav kir û got: "Şehîd Şaho di şert û mercên herî dijwar de li hemberî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe da."

Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê axivî û got: "Şehîd Şaho li Dirbêsiyê, Serêkaniyê, li sînorên Iraqê li hemberî DAÎŞ`ê tê koşiya û têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê domand heta şehîd bû."

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Idrîs Oso soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin ji bo ku axa Kurdistanê rizgar bikin.

Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir.