Ji bo Efrîniyan li Şehbayê kampeke nû tê avakirin

Li Herêma Şehbayê ji bo welatiyên Efrînê yên ji ber êrîş û qirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê neçar mane li herêma Şehbayê bi cih bibin, kampeke nû tê avakirin.

Sazî û desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bi armanca bicihkirina welatiyên Efrînê yên ji ber êrîşên qirkirin û qetlîamên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, yên li herêma Şehbayê hatine bicihkrin, beriya 10 rojan ragihandinbûn ku amadekariyên avakirina kampeke nû dikin.

Rêveberiyê anîbû ziman ku li gundê Sosîn ê Kantona Şehbayê rûberiyeke bi qasî 6 km çargoşeyî hatiye veqetandin û wê li vê kampên 2 hezar kon bên danî. Her wiha tê plankirin ku 2 hezar malbat li kampê bên bicihkirin.

Li ser vê yekê Endamê Rêveberiya Kampê Hisên Henan got ku wan cihê ku kamp lê bê avakirin xebat lê dane destpêkirin û di aliyê binesaziyê de xebat tên kirin.

Henan anî ziman ku wê di meha pêş de kamp bi temamî bi qede, bang li rêxistinên navneteweyî kir ku destê alîkariyê dirêjî gelê Efrînê bike.