Ji bo du şervanên şehîd li Kobanê merasîma veşartinê

Cenazeyên Şehîd Sîna Elî û Şehîd Osman Mehmûd, bi tevlêbûna bi sedan kesan li Kobanê bi merasîmekê hatin veşartin.

Bi tevlêbûna bi sedan şêniyên herêma Firatê û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn cenazeyên Şehîd Sînan Mihemed Elî ku 21’ê Îlonê dema erka xwe ya parastinê pêk dianî, şehîd bû û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Şehîd Osman Mehmûd li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hatin veşartin.

Merasîm bi axaftina Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn dest pê kir.

Şahîn, rola şehîdan di parastina ewlehî û îstîqrara herêmê de destnîşan kir û got: "Astengiya li pêş me ew e ku dewletên despot nahêlin em li vî welatî bi ewle bijîn. Zarokên me ji komkujiyên li dijî gelê me ne razî ne. Ew di ber parastin û ewlehiya me de canê xwe didin."

Şahîn wiha domand: "Her kes li vê herêmê li gorî hêza xwe têdikoşe, ji ber şoreşa me vê divê. Me qeydên li dijî xwe şikandin. Gel jî got an jiyana birûmet an şehadet.”

Endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê Mihemed Ezîz Hemade jî wiha got: "Em serê xwe ji kesî re natewînin û em ê her serbilind in. Em kesên bi çavê dijminatiyê li me dinêre, jê re dibêjin em ê li ser rêça şehîdan bin."

Di dawiya merasîmê de nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin û Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê radestî malbatên wan kirin.

Cenazeyên her du şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin.