Ji bo du şehîdan li Şehbayê sersaxî

Merasîma sersaxiyê ya ji bo şervana YPJ’ê Şîlan Efrîn û şervanê HRE’yê şehîd Şoreş Efrîn li Wargeha Serdemê hate lidarxistin, bi girseyî hate ziyaretkirin.

Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Şoreş Efrîn (Îsmaîl Ekreme) di 18’ê Sibatê de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê şehîd bûbû.

Şervana Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Şîlan Efrîn (Şîrîn Horîk) di 22’ê Çileyê de li Tebqayê şehîd bûbû.

Cenazeyên her du şehîdan di 20’ê Sibatê de li Kantona Efrînê-Şehbayê hatin veşartin.

Bi hezaran şêniyên Efrîn û Kantona Şehbayê ku di nav de malbatên şehîdan jî hebûn, li Wargeha Serdemê serdana sersaxiyê kirin.

Di merasîma sersaxiyê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê Xelîl Îso axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest.

Îso destnîşan kir ku berxwedana wan li ser esasê fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.

Endamê Meclîsa Navçeya Til Ritet Reca El Elî bal kişand ser fedekariya gelê herêmê û destkeftiyên bi dest ketine û got: "Bi saya şehîdan em li vir in û hê jî li ber xwe didin."

Li ser navê malbata şehîd Şîlan Efrîn birayê wê Mîrxaz Horîk soz da ku ew ê li ser şopa şehîdan têkoşîna xwe bidomînin.