Ji bo avakirina komîteya tendirustiyê ya ji bo Abdullah Ocalan bang hate kirin

Li Qamişloyê ji bo avakirina komîteya tendirustiyê ya ji bo Abdullah Ocalan bang hate kirin.

Yekitiyên tenduristiyê û Komîteya Rêbertî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî da û ji rêxistinên tenduristiyê (Xaça Sor a Navneteweyî, CPT) re şand.

Daxuyanî li baxçeyê Nexweşxaneya Dil û Çav a Qamişloyê ji aliyê Dr. Fadil Faris ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Em ji rêxistinên tenduristiyê yên mirovî hêvî dikin ku destwerdana aliyên navneteweyî yên têkildarî kar û barê girtiyan û nexasim girtiyên siyasî bikin da ku zextê li dewleta Tirk bikin. Divê rêxistinên tenduristiyê biçin serdana Abdullah Ocalan û rewşa wî ya tenduristî bişopîne.

Ji roja ku Rêber Ocalan hatiye girtin, li ser wî cureyeke tund a tecrîdê heye. Destûr nayê dayîn ku malbat û parêzerên wî ji destpêkirina tevgera gel di bihara gelên Rojhilatla Navîn de, serdana wî bikin. Bi vê yekê dixwazin ku gelên herêmê ji fikir û nêrînên wî yên ku banga jiyana aştiyane û biratiya gelan û demokrasiyê dike, sûdê wernegirin. 

Ji ber vê yekê jî em hêvî dikin ku hûn komîteyên tenduristiyê serdana Ocalan li zindana Îmraliyê bikin û eger derfet hebe divê tîmeke ji bijîşkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di van komîteyan de cih bigirin."