Ji bo 6 şervanên YPG'ê li Hesekê merasîma girseyî
Ji bo şeş şervanên YPG'ê yên ku li Reqa û Şedadê di şer de jiyana xwe ji dest dan li Hesekê merasîma cenaze ya girseyî pêk hat.
Ji bo şeş şervanên YPG'ê yên ku li Reqa û Şedadê di şer de jiyana xwe ji dest dan li Hesekê merasîma cenaze ya girseyî pêk hat.
Cenazeyên 6 şervanên YPG‘ê ku li Şedadê û Reqayê şehîd bûn, bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê, ji aliyê bi hezaran kesên ji herêma Hesekê ve hatin definkirin.
Duh, bi hezaran mirovên bajarê Hesekê tevî malbatên şehîdan, cenazeyên şervanên YPG‘ê Ebdulhekîm Mele Xelef (Nîdal Hesekê), Raman Heskî (Çekdar Cûdî), Mehmûd Tirkî (Orkêş Hesekê), Miwefeq El-Eswed (Şêro Hesekê) yên di 19‘ê Gulanê li gundê Malha yê girêdayî herêma Şedadê şehîd bibûn û Basil Ibrahîm (Şahîn Hesekê) û Telal Heskî (Bengîn Hesekê) yên di 21‘ê Gulanê di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîda bûn, ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî ji sedan wesayîtan pêk dihat û bi wêneyên cangoriyan hatibû xemilandin, ber bi Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê ve ketin rê. Girseya gel, li goristanê ji aliyê bi sedan şêniyên gundên derdorê ve hatin pêşwazîkirin.
Li goristanê, şervanên YPG‘ê cenazeyên hevreyên xwe li ser milên xwe kirin û di nava dirûşemeyên “Şehîd Namirin” de danîn ser dika pakrewangehê. Li vê derê şervanên YPG/YPJ'ê merasîmeke leşkerî pêk anîn.
Di merasîmê de, li ser navê Desteya Kar û Barên Şehîdan a Kantona Cizîrê Îdan El-Efînî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Em rojane şehîdan vedişêrin, van şehîdan ji bo parastina rûmeta hemû neteweyan li hember terorê û sîstemên dagirkeran serî hildan û ew têk birin. Dîroka vê herêmê bi têkoşîna azadiyê ya hevpar tijî ye û şerê Meyselon ku Yusif El-Ezma yê bi eslê xwe Kurd e, pêşengiya wê dikir vê yekê nîşan dide."
Îdan El-Efînî got ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a jiyana hevbeş û biratiya gelan îro pêk tê û bi saya xwîna ciwanên ji hemû pêkhateyan, wê serkeftin û azadî misoger bibin
Di berdewama merasîmê de, li ser navê QSD‘ê Heqî Kobanê hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û soz da ku ew ê tola hevreyên xwe rakin û xwîna wan li erdê nehêlin.
Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hekem Xelo jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Em di wê baweriyê de ne ku malbtên şehîdan hûn ê soza xwe ya bi zarokên xwe re bidomînin”.
Xelo di berdewama axaftina xwe de got ku hin dixwazin bi navê, ol an mezheb û taîfe vî welatî xirab bikin, lê projeya wan ya ku şehîd pêşengên wê ne, wê bi serkeve.
Piştî axaftinan, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameyên şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.
Şervanan cenazeyên hevreyên xwe li ser milên xwe kirin û di nava tilîliyên dayikan û dirûşmeyên şehîd namirin de, spartin axê.