Dewleta Tirk li Efrînê komkujî kir: 3 sivîl hatin kuştin

Ji ber topbarana Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrîn û herêmên Şehbayê, bi taybetî li gundê Kefranton jin û zarok jî di nav de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 8 sivîl birîndar bûn.

Artêşa Tirk û çeteyên wê şeva derbasbûyî gundên rizgarkirî yên herêmên Şehbayê û Efrînê topbaran kirin.  Leşkerên Tirk û çeteyan gundên Mirenar, Fîlat, Qetma, Qestelcindo ên herêma Şêra, gundê Cilber û Îska yên herêma Şêrawa topbaran kirin. Artêşa Tirk û çeteyên wê her wiha bajarokê Erfad (Til Rifat) Minix, Şêx Îsa û Bîlûniyê yên herêma Şehba ku ji aliyê Artêşa Şoreşgera ve hatine rizgarkirin jî topbaran kirin.

Di encama topbaranê de jina bi navê Sebah Îsa jî di nava de 4 sivîl birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Avrînê.

Artêşa Tirk û çeteyên wê her wiha  êrîşên xwe li ser gundê Yazî Bax û Keferato yên herêma Şehbayê zêde dike. Saet di 03.00’an de bi dehan top li gundan ket. Di encamê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 4 kesên ji heman malbatê bi giranî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Avrîn a Efrînê.

Kesên jiyana xwe ji dest dane ev in: Dayika bi navê Xezala Yûsif (40), Mûawiya EL-Yûsif (13), Tebarik EL-Yûsif (13). 

Birîndar jî ev in: Xensa EL-Yûsif (18), Rinda EL-Yûsif (23), Fîdaa EL-Yûsif a (19) û Aya EL-Yûsif(16).

Çavkaniyên tenduristiyê destnîşan kirin ku rewşa hin birîndaran giran e.

Gundê Kefiranton ê herêma Şehbayê di Sibata 2016’an de ji komên çete yên Cebhet Fetih EL-Şam (Cebhet EL-Nesra) hate rizgarkirin.