Ji ber teqîna mayînekê li Eyn Îsayê zarokek mir

Ji ber teqîna mayînekê ya li gundê Kinexîr a navçeya Eyn Îsayê zarokek 5 salî mir.

Li gorî agahiyên hatin girtin li gundê Kinexîr zarokê 5 salî Omer Salih El-Ewat û bavê wî Salih Xelef El-Ewat ê 35 salî pê li mayînê kirin.

Di encama teqîna mayînê de zarok mir, bav giran birîndar bû. Ti daxuyaniyek nehate dayîn bê ka ev mayîn kengê û ji aliyê kê ve hatiye danîn.