Ji ber teqîna mayînê 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan

Dema ku 3 welatî ber bi herêmên azad ve diçûn, di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dan.

Reva welatiyên Reqayê ya ji ber zilam çeteyên DAIŞ’ê roj bi roj zêde dibe. Dema ku 3 welatiyên Reqayê xwestin ji ber zilma çeteyên DAIŞ’ê, xwe bigihînin cihên bi ewle yên di bin kontrola hêzên QSD’ê de, di encama teqîna mayîna çeteyan a berê li gundikê Meyselûn a 13 km dikeve bakurê Reqayê bi cih kiribû de, jiyana xwe ji dest dan.

Di teqînê de 2 kes li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û welatiyê bi navê Remedan Ebdullah (35) jî bi giranî birîndar bibû.

Şervanên QSD′ê Remedan yekser rakirin nexweşxaneya bajarê Girê Spî, lê tevî hemû hewldanên diktoran jî Remedan jiyana xwe ji da.