Ji ber êrîşên dewleta Tirk xwendekar nikarin biçin dibistanê

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Şehba û Til Rifetê li ser dibistanan metirsiyê çêdike. Mamoste û xwendekaran diyar kirin, ku ew bi biryar in perwerdeya xwe bidomînin, lê divê saziyên mafên mirovan li ber van êrîşan rabin.

Yek ji hedefên sereke yên êrîşkariya dewleta Tirk a dagirker herêma Şehbayê ye ku şêniyên Efrînê lê dimînin. Tenê di nava 24 saetên dawî de zêdeyî 1300 carî topbaran li ser Şehbayê hate kirin.

Bombardûmanê her wiha bandor li xwendina li herêmê jî kiriye. Hate ragihandin ku hejmarek nediyar a ji xwendekaran 3 roj in ji neçarî ji dibistanê qut bûne. Ji rêveberên Dibistana Şehîd Şaha ya Til Rifetê Hêvdar Mihemed li ser mijarê axivî û got, "Bûye 4 roj dagirkeriya dewleta Tirk bênavber topan li herêma Til Rifetê dibarîne. Ev yek bû sedem ku hejmareke mezin ji malbatên xwendekaran zarokên xwe di vê demê de neşînin dibistanan. Ji ber tecrûbeya beriya vê bi 3 salan, ku di encamê de 8 xwendekarên dibistana Til Rifetê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn."

Di 3'ê Kanûna 2019'an de dewleta Tirk a dagirker bi obusan êrîş biribû ser navenda Til Rifetê û di encama êrîşê de 11 xwendekar şehîd bûbûn, 8 jî birîndar bûbûn.

Li gel êrîş û bombardûmanê jî zarok naxwazin dest ji xwendina xwe berdin. Ji xwendekarên Efrînê Kirîstîna Nasan, Mihemed Hesen û Canda Îbrahîm ku niha li Til Rifetê dixwînin, diyar kirin ku ew ji zimanê xwe hez dikin û dest jê bernadin.

Zarokan gotin, "Lê belê ji ber topbarana rojane em nikarin bixwînin. Her wiha piraniya hevalên me niha nayên dibistanê. Ji ber wê jî em bang li saziyên mirovî dikin ku li ber kuştina zarokan rabin."

Mamoste Zîlan Îbrahîm jî got, "Ji dema koçberkirina me ji Efrînê û bicihbûna li Til Rifetê, dewleta Tirk a dagirker timî topan li herêmê dibarîne. Di encamê de derûniya şagirtan tê şikandin û tevlîhevkirin. Digihêje wê astê ku zarok nikaribin perwerdeya xwe temam bikin. Gelo saziyên parastina zarokan û saziyên mafên mirovan li ku ne ku rewşa li vir bibînin?"


          [album=18048]