Ji aliyê hêzên Şamê ve provokasyoneke xeternak
Meclîsa Leşker ya Til Temirê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê li dijî yekîneyên meclîsê êrîşên provakatîv pêk anîn û di êrîşê de 2 şervanên meclîsê şehîd bûn û yek birîndar bû.

Daxuyanî wiha ye:
"Îro piştê nîvro di seat 15:30' an de li derdorê gundê Gozelê ku dikeve rojavayê navçeya Til Temir, ji bendên rejîma Sûriyê ve li hember yekîneyên me êrîşek provakatîf hat lidarxistin. Hêzên me demildest bersiva vê êrîşê dan. Di encama pêvçûnê de 2 şervanên me şehîd ketin, şervanekî din jî birîndar bû. Her wiha di vê pêvçûnê de 2 leşkerên rejîmê hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
Ji bo ku ev bûyera provakatîf were zelalkirin ji aliyê yekineyên me yên pêwendîdar lêkolîn hat destpêkirin. Em li gorî encamên ku derketine holê helwestên pêwîst nîşan bidin."