Meclîsa Tenduristî ya Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê hejmara sivîlên şehîd û birîndar ên ji roja yekem ên êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê eşkere kir. Di êrîşan de heta niha 207 sivîl jin û zaroj jî di nav de şehîd, 602 sivîl jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayî: ʺDi encama bomberdûman û êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya ji roja 20’ê Çile heta 1’ê Adarê 28 zarok, 23 jin bi giştî 207 sivîl şehîd, 73 zarok, 82 jin bi giştî 602 sivîl jî birîndar bûne.
Her wiha konvoya Xaçe Sor a Navneteweyî ku ji bo alîkariya mirovî bigihîne Efrînê jî ji aliyê artêşa Tirk ve êrîşek li ser hate kirin.”