Husam Salih Cuma li Minbicê hat oxirkirin

Şêniyên Minbicê bi merasîmekê şervanê QSD’ê Şehîd Husam Salih Cuma sipatin axê.

Bi sedan şêniyên şêniyên Minbicê û gundewarên wê tev li merasîma oxirkirina şehîd Husam Salih Cuma yê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bûn.

Her wiha di merasîmê de nasnameyên 3 şehîdên din jî hatin eşkerekirin.

Li goristanê hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê merasîmeke leşkerî lidarxist. Paşê berdevkê meclisê Şervan Derwîş axivî û got: “Dijmin hewldide ku axa me dagir bikin, vîna me bişikînin, lê me teror tune kir û hîna li hemberî hemû rêbazên dagirkeriyê li berxwe didin.”

Her wiha endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Hesna El-Zahir jî axivî û diyar kir: “Şehîdan bi bedenên xwe destanên lehengiyê nivîsandin û ji cîhanê re isbat kirin ku em evîndarê azadiyê ne.”

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbicê Cuma Heyder jî soza berdewamkirina xeta şehîdan heta avakirina civaka azad da.

Piştî bidawîbûna axaftinan, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd El-Ebid wesîqeyên şehadetê xwendin û radestî malbatên wan kirin.