HRW: Tirkiye li Bakurê Sûriyeyê dibe sedema belavbûna kolerayê

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku Enqere ji bo belavbûna kolerayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye sedema sereke.

Ji sala 2009’an û vir ve cara yekem bûyerên nexweşiya kolerayê li Sûriyeyê di destpêka Îlonê de derket holê.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di şerê 11 salan de nêzî du ji sê parên santralên paqijkirina avê, nîvê îstasyonên pompekirinê û ji sê parên bircên avê hatin hilweşandin.

Cîgirê Dîrektorê HRW’ê Adam Coogle hişyarî da û diyar kir ku heke mudaxele li krîza avê ya li Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neyê kirin, wê şewba kolera bi xedarî bandorê li tenduristiya gel bike.

Coogle got, "Divê Tirkiye demildest dest ji alozkirina krîza avê li Sûriyeyê berde."

HRW`yê bi daxuyaniyekê got: “Rayedarên Tirkiyeyê nahêle av bi awayekî têrker ji jêdera çemê Firatê derbasî Sûriyê bibe. Her wiha ava stasyona Elokê qut dike.” Stasyona Elokê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tirkiye divê ava Firatê bi awayekî adil bi Sûriye û Iraqê re parve bike û ji bo civak pêdiviyên xwe pêk bîne divê demildest av ji stasyona Elokê bê berdan.”

Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ji destpêka şewba li Sûriyeyê heta niha 81 kes jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 24 hezar bûyerên gumanbar hatine tespîtkirin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, zêdetirî 5 mîlyon mirov li Sûriyeyê ji bo ava paqij, girêdayî Çemê Firatê ne. Lê dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avê weke amûreke şer bi kar tîne.